Malbata rojnamevan Cîhan Bîlgîn ku roja 19’ê Kanûnê (2024) dema êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê dişopandin, li ser riya Bendava Tişrîn û bajaroka Sirrînê di êrîşa balafira bêmirov û biçek a dagirkeran de, li gel hevalê me yê rojnamevan Nazim Daştan şehîd bû, serdanên sersaxiyê qebûl dike.
Îro jî gelek kes çûn serdana malbata Bîlgîn a li navçeya Midyat a Mêrdinê û sersaxî xwest.
Dayika Cîhan Bîlgîn Katibe Bilgîn ku sersaxî qebûl kirin, li ser keça xwe axivî.
Dayika Bilgîn wiha got: “Xwedê heqê Cîhana min û heval û hogirên wê li erdê nehêle. Hêvî xwedê ye. Cîhana min bi xîret bû, heqîqet dişopand, edalet xwendibû.
Cîhana min her tişt dizanî, her tişt dikarî, her meslek bi dest diket. Lê hes ji vê rê kir, hes ji riya miletê xwe kir, canê xwe ji miletê xwe re da.