Sirri Sureyya Onder li Winterthur’ê hate bîranîn
Li bajarê Winterthur ê Swîsreyê ji bo Sirri Sureyya Onder merasîma bîranînê hate lidarxistin.
Li bajarê Winterthur ê Swîsreyê ji bo Sirri Sureyya Onder merasîma bîranînê hate lidarxistin.
Li bajarê Winterthur ê Swîsreyê ji bo Endamê Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê Sirri Sureyya Onder merasîma bîranînê hate lidarxistin.
Merasîma bîranînê li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Winterthur’ê hate lidarxistin, di serî de Sirri Sureyya Onder ji bo bîranîna Şehîdên Meha Gulanê û Şehîdên Şoreşa Kurdistanê deqeyek rêz hate girtin.
Piştre endamê Komeleya Malbatên Şehîdan Şemsettîn Tunç, endama Komîteya Jinan a Şehîd Arjîn Garzan Rûken Amed û li ser navê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk jî Kamber Çalgan axivîn.
Şemsettîn Tunç di şexsê Sirri Sureyya Onder de hemû şehîd bi bîr anîn û got, “Divê bê zanîn ku hevrê Sirri şehîdê aştî û azadiyê ye. Tevahî jiyana xwe fedayê aştî û azadiyê kir. Lewma em soz didin ku xwedî li vê têkoşîna ku wî ji me re weke mîrate hiştiye, derbikevin.”
Rûken Amed jî wiha axivî: “Her kêliya jiyana xwe ji bo aştî û azadiyê derbas kir. Mîna ku PKK’ê jî diyar kirî, ji bo demokrasiyê şehîd bûye.”
Kamber Çalgan jî anî ziman ku li ser şehîdan axaftin zehmet e û got, “Ji xeynî axaftinên wî yên li meclîsê, em wî ji keda wî ya ji bo aştî û demokrasiye nas dikin.”
Piştî axaftinan, filmê “Beynelmilel” ê ku Sirri Sureyya Onder derhênerî, senarîstî û lîstokvaniya wê kirî, hate temaşekirin.