BI DÎMEN

DFG'ê û MKG'ê serdana malbata Nazim Daştan kirin

DFG'ê û MKG'ê serdana sersaxiyê li malbata Nazim Daştan kirin ku ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hate qetilkirin.

SERSAXIYA JI BO MALBATA NAZIM DAŞTAN

Li navçeya Giyadîn a Agiriyê serdanên sersaxiyê yên ji bo malbata rojnamevan Nazim Daştan dewam dikin. Gelek rojnamevanên ji Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) û Komeleya Rojnamevanên Jin ên Mezopotamyayê serdana malbata Nazim Daştan kirin û sersaxî jê re xwestin.

Nûnerê Wanê yê DFG'ê Adnan Bîlen li serdanê axivî û diyar kir ku Nazim û Cîhan li cografya ku lê bû ji bo bûyerên diqewimin ji cîhanê re ragihînin kar dikirin, lê belê hatin qetilkirin. Adnan Bîlen got, "Weke hempîşeyên wan em ê têkoşîna wan a heqîqetê bi wêrekî dewam bikin."

Dayika Nazim Daştan, Zozan Daştan jî got, "Her yek ji we Nazimeke. Ez bi kurê xwe serbilind im. Tenê li ber tiştekî dikevim, ew jî armancên Nazim nîvco man. Bêguman hûn ê wan armancan pêk bînin."