Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) û Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) xwestin li Wanê têkildarî rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi SÎHA’yên dewleta tirk hatin qetilkirin, daxuyaniyê bidin. Platforma Ked û Demokrasiyê ya Wanê jî piştgirî da çalakiyê. Beriya daxuyaniyê, polîsan Kolana Hunerê dorpêç kirin û êrişî koma rojnameger û siyasetmedar di nav de bûn. Di encama êrişê de nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê (Ma) Rûken Polat, Ozlem Yacan, Mazlum Engîndenîz û sema Yuce Polat, nûçegihanên Ajansa Welat (AW) Bazîd Evren û Firat Tunç, nûçegihana JINNEWS’ê Memîhan Zeydan, rojnameger Zelal Tunç û Oktay Candemîr hatin binçavkirin. Di heman demê de gelek siyasetmedar jî hatin binçavkirin.