Dewleta Tirk şîna ji bo Nazim Daştan asteng kir

Li Giyadîn ji bo rojnamevan Nazim Daştan ê li Rojava ji aliyê dewleta Tirk ve bi balafiran hate qetilkirin, hate xwestin ku şîn were danîn. Lê belê dewleta Tirk şîn asteng kir.

DEWLETA TIRK ŞÎN ASTENG KIR

Çalakiyên protestoyê yên li dijî qetilkirina rojnamevan Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn ên ku bi balafirên dewleta Tirk hatin qetilkirin, didomin. Li warê Daştan, gundê Dibeklî yê Giyadînê malbat û xizmên wî xwestin şîn danin. Lê belê cendirmeyên Tirk bi ser şînê de girtin û şîn asteng kirin, ketin û derketina ji gund jî qedexe kirin. Cendirmeyan nehêla li cihê şînê mase û kursî bên danîn.

Ji ber çalakiyên protestoyî yên li dijî qetilkirina Daştan li Agirî û Giyadînê wê bihatana kirin, rewşa awarte hate ragihandin. Dewleta ku nehêla malbata Daştan şîn dane, navenda bajêr bi wesayîtên zirxî û bi hezaran polîsan dorpêç kir.

Dewleta Tirk a dagirker bi wesayîtên zirxî û otobusan bi ser cihên diyar ên navçeyê û avahiyên DEM Partiyê yên li bajar-navçeyê de digire. Polîs û cendirme nasnameya kesên diçin û tên jî, kontrol dikin.