Nivîskar û rêxistinên Başûrê Kurdistanê ji bo ‘Rojava’ bang kirin

Nivîskar, çalakvan û rêxistinên Başûrê Kurdistanê ji bo alîkariya Rojava bang li hikûmetê kirin û gotin, “Erka hemû partî û rêxistinên siyasî yên Başûrê Kurdistanê ew e ku li dijî êrîşên dagirkeriyê yên Tirkiyeyê derkevin."

Bi dehan nivîskar, çalakvan û rêxistinên Başûrê Kurdistanê têkildarî geşedanên Rojava daxuyaniyek dan. Di daxuyaniyê de hate diyar kirin ku armanca Tirkiyê li Rojava dagirkerî, qirkirin û wêrankirin e û hat destnîşan kirin ku divê her kes ji bo parastina Rojava bi rola xwe rabe.

Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin:

“Divê Hikûmeta Herêmê ji bo dabînkirina pêdawîstiyên tenduristî û xurekê, erkê xwe bicih bîne. Bûyerên dawî, bû sedema hilweşîna rejîma Esed, ev jî bingehek ji bo avakirina jiyana hevbeş ya gelan peydakiriye. Îro berovajiyê hemû pîvanên exlaqî û mafê mirovan, em dibînin ji aliyê dewleta Tirk û komên wê ve planek şerxwaz li dijî Rojavayê Kurdistanê destpê kiriye. Ev pêngava dagirkeriyê ye û Kurd û pêkhateyên li Bakur û Rojhilatê Suriyeyê di hedefê de ne. Ev geşedanên metirsîdarin û zengila destpê ya ji bo qirkirin û tinekirina Kurdên li Rojavayê Kurdistan û Suriyeyê ye.

Di vê rewşê de erkê hemû aliyên siyasî, rêxistin û aliyên Kurdistanê ew e ku rê li dagirkeriyê bigirin û li dijî êrîşên Tirkiyeyê rawestin.

Divê qonaxa dîrokî de, em bangl Ii hemû xelkê Kurdistanê, rêxistin, saziyên sivîl û Kurdên her çar parçeyên Kurdistanê dikin, rola xwe ya dîrokî bilîzin û dijî êrîşên dewleta Tirk rawestin. Ji bo parastina Rojava û parastina Kurdên Rojavayê Kurdistanê, erkê hemû rêxistinên Kurd yên li Herêma Kurdistanê ye ku rola xwe ya dîrokî bilîzin.

Erkê Hikûmeta Herêmê di çarçoveya tedbîrên yasayî de, li gorî biryara parlamentoya Herêma Kurdistanê girêdanbûna xwe ya ji bo Rojavayê Kurdistanê ya di warê dabînkirina pêdawîstiyên mirovî, tenduristî û xurekê de bicih bîne.

Em weke nivîskar, çalakvan û rêxistinên di warê jenosî de dibêjîn, êdî nabe jenosîd dubare bibin. Ji bo vê jî em hemû aliyan li ser armanca dewleta Tirk hişyar dikin. Armanca dewleta Tirk ya ewil qirkirin û tinekirina Kurdên li Rojava û Sûriyeyê ye.”

Navê rêxistin û çalakgeran wiha ne:

1- Rêxistina Kurdistan ya bê Jenosîd (KWG).

2- Kovara Topzawa

3- Navenda Parastina Pêşdar ya ji bo Qurbanî û Mexdûrên Jenosîdê

4- Tora Îkonên Kurdistan – IKN

5- Rêxistina Qedexekirina Çekên Komkujî li Kurdistanê (OAWMD).

6- Rêxistina Çîrokên Enfalê

7- Tora Rêxistinên Kurdî ya ji bo Dadgeha Cezayê Navneteweyî (koncicc).

8- Rêxistina Kampanya Edaletê – OJC

9- Rêxistina Stay ji bo Şehîd û Mexdûrên Enfalê

10-Rêxistina Cîhanî ya Dad û Aştiyê ji bo Mafên Mirov

11- Rêxistina Şopandina Kurdosîdê – CHAK

12- Rojnameya Nugrasalman

13- Rêxistina Cîhanek Bê Çekên Kîmyayî û Biyolojîkî

14- Kampanya Jiyan ya li Dijî Darvekirinan a li Kurdistanê

15- Rêxistina Parastina Qurbaniyên Gorên Komî

16- Hemn Hasib – Nivîskar û çalakvanê jenosîdê

17- Elî Mehmûd, nivîskar û çalakvanê jenosîdê

18- Edalat Omer – Nivîskar û lêkolînerê di warê jenosîdê de

19- Mihemed Hema Salih Tofîq – Nivîskar û lêkolînerê di warê jenosîdê de

20- Dr. Îbrahîm Melazade – Nivîskar û lêkolînerê di warê jenosîdê de

21- Şaxewan Şoreş – Nivîskar û lêkolînerê di warê jenosîdê de

22- Hawrê Pêşraw – Pêşmergeyên dêrîn

23- Ehmed Mecîd – Çalakvanê jenosîdê

24- Hejar Hoşyar– Lêkolîner

25- Xelîl Rehîm – Xebatkarê jenosîdê

26- Cebar Ehmed – Lêkolîner di warê jenosîdê de

27- Hama Ziring – Çalakvanê jenosîdê

28- Hebîl Ehmed Kerîm – Rêveberê Bîrdariya Enfalê

29- Garda Mama Hama – Çalakvanê mafên mirovan

30- Dilêr Kerîm – Nivîskar û çalakvanê mafên mirovan

31- Ibrahîm Hewramanî – nivîskarê warê jenosîdê

32- Salar Mehmûd – Nivîskar

33- Hoşyar Muradxan- nivîskarê

34- Roşna Cemal Mehmûd – Çalakvan û pisporê jenosîdê

35- Aram Halednî – Nivîskar û rojnamevan

36- Reşîd Elî Seîd – Nivîskar

37- Melaşaxî – nivîskar

38- Gulnaz Ezîz – Nivîskara

39- Qasim Kazim – çalakvanê jenosîdê

40- Nacî Talib, çalakvanê jenosîdê