Ji bo Pexşan Ezîzî kampanyaya îmzeyan hat destpêkirin
Ji bo girtiya jin a Kurd Pexşan Ezîzî a ku cezayê darvekirina wê hat erêkirin, kampanyaya îmzeyan hat destpêkirin.
Ji bo girtiya jin a Kurd Pexşan Ezîzî a ku cezayê darvekirina wê hat erêkirin, kampanyaya îmzeyan hat destpêkirin.
Çalakvan û azadîxwazên Rojhilatê Kurdistanê ji bo rakirina cezayê darvekirinê yê ku ji aliyê rejîma Îranê ve li girtiya siyasî Pexşan Ezîzî hatiye birîn, daxuyanî dan.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku divê Pexşan Ezîzî ya cezayê darvekirinê lê hatiye birîn neyê jibîrkirin û wiha hat gotin: “Em dixwazin demildest cezayê darvekirinê yê li ser Pexşan Ezîzî bê rakirin. Daxwaz li her kesê dikin ku ji bo azadiya Pexşan Ezîzî yekdeng bin.”
Lînka kampanya îmzeyan wiha ye: