Li Colemêrgê gelek ciwan hatin binçavkirin
Polîsên Tirk serê sibehê li Colemêrgê avêtin ser gelek malan û gelek kes binçav kirin.
Polîsên Tirk serê sibehê li Colemêrgê avêtin ser gelek malan û gelek kes binçav kirin.
Hate ragihandin ku di çarçoveya lêpirsîneke Serdozgeriya Komarê ya li Colemêrgê de serdegirtin hate kirin.
Di serdegirtinên serê sibehê de gelek ciwan bi îdîaya "Propagandaya rêxistinê" hatin binçavkirin.
Hejmar û navê kesên hatin binçavkirin nehate hînbûn.