Li Amedê qeyûm hate protesto kirin

Li Amedê meşa ku li hemberî derbeya qeyûm hate kirin de bal hate kişandin ku polîtîkayên desthilatdariyê xisarê dide pêşketinên dawiyê û mesaja Rêber Apo hate silavkirin.

Rêxistinên DEM Partî û DBP'ê yên Amedê têkildarî pêvajoya heyî meş lidar xistin û daxuyanek dan. Di daxuyaniyê de hat xwestin ku hevdîtina bi Rêber Apo re hatiye destpê kirin bila nebe qurbanê hesabên desthilatdariyê.

Rêxistinên DEM Partî û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ên Bajarê Amedê û navçeyên wê di têkildarî pêvajoya heyî de meş lidar xistin û daxuyaniyek dan. Hevserokên DBP û DEM Partiyê yên Bajêr jî di nav de girseyek mezin li ber Ceylan AVM heta ber avahiya DEM Partiyê ya Bajêr meş lidar xistin. Meş li ber avahiya DEM Partiyê bi dawî bû.

Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, rêveberên DBP, DEM Partî, aktîvîstên TJA'yê, hevşaredarên navçeyên Amedê û gelek welatî tevli daxuyaniyê bûn û pankarta “Çareserî Cidiyetê Dixwaze” vekirin.

Hevserokê DEM Partî ya Amedê Abbas Şahîn daxuyanî da û diyar kir ku ew binçavkirina hevşaredarên Akdenîzê û encumenan qebûl nakin û ji aliyekî ve axaftina aştiyê û ji aliyêk ve jî hewldana danîna qeyûman nayê qebûlkirin. Abbas Şahîn bi bîr xist ku bi Rêber Apo re hevdîtinek hatiye kirin û pêvajoyê ku tê axaftin divê nebe qurbanê hesabên desthilatdariyê. Abbas Şahîn xwest ku pêvajoya hevdîtinan bi rêk û pêk bi rê ve biçe. Abbas Şahîn bang li Serokomar Tayyîp Erdogan ê ku îro li Amedê ye jî kir û xwest niyeta xwe ya der barê vê pêvajoyê de eşkere bike.