Ji bo Nazim û Cîhan li Silopiyayê meş: Em ê paşve gavê neavêjin!
Astengkirina heyeta ku ji bo wergirtina cenazeyên Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn li ber Deriyê Sînor ê Xabûrê ye, bi meşekê hate şermezarkirin.
Astengkirina heyeta ku ji bo wergirtina cenazeyên Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn li ber Deriyê Sînor ê Xabûrê ye, bi meşekê hate şermezarkirin.
Parlamenterê Mêrdînê yê Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) Kamûran Tanhan, endamên Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG), Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û malbatên şehîdan jî di nav de heyet li navçeya Silopiya ya Şirnexê li hev kom bû û bi rengekî girseyî meşiya.
Girseya gel li ber pankarta bi nivîsa "Çapemeniya azad nikare bê bêdengkirin" bi dirûşmên "Nazim, Cîhan rûmeta me ne" û "Şehîd namirin" ji Kolana Hunerê heta avahiya DEM Partiyê meşiya.
Hevserokê DFG'ê Selman Çîçek piştî meşê daxuyaniyek da û diyar kir ku radestnekirina cenazeyan însanî nîne û destnîşan kir ku li dijî Kurdan hiqûqa dijmin tê meşandin.
Parlamenterê DEM PartiYê Kamûran Tanhan jî anî ziman ku radestnekirina cenazeyan cihê xwe di ti ol, bawerî yan jî qanûnan de nîne û got, "Eger hûn ê qanûnên xwe bi cih nînin, hingî dewleta we bi kêrî çi tê? Li Xabûrê 3 roj in me dewlet nedît. Digotin, sîstema me xerab ye. Ev dewleta ku endamê NATO'yê ye li Xabûrê nebû. Ev nayê qebûlkirin. Sûc kirin, pasaportên me nebûn, lê destûr nedan."
Tanhan diyar kir ku wê kiryarên li hemberî Kurdan li qada navneteweyî ragihînin û got, "Gelo hûn ditirsin bê rojnamevanan çi dîtin, çi kişandin? Hûn çi ji vî gelî vedişêrin? Divê hikumet bersivê bide van pirsan (...) Em ê van kiryaran ji cîhanê re ragihînin. Eger ku hiqûqê pêk bînin em ê bi ser bikevin. Yên ku destpêkê soz dan me soza wan tine bû. Bila zanibin ku em ê ji têkoşîna xwe ya mafdar paşve gavê neavêjin."
Daxuyanî bi dirûşmên "Çapemeniya azad nikare bê bêdengkirin" bi dawî bû.