Li Hewramanê kolberekî di qezayê de jiyana xwe ji dest da
Hat ragihandin ku li ser rêya Pawe-Ciwanro ya Rojhilatê Kurdistanê wesayîteke kolberan qelibî û di encamê qezayê de kolberekî jiyana xwe ji dest da.
Hat ragihandin ku li ser rêya Pawe-Ciwanro ya Rojhilatê Kurdistanê wesayîteke kolberan qelibî û di encamê qezayê de kolberekî jiyana xwe ji dest da.
Li gorî nûçeya Kolbernewsê, li ser rêya Pawe ya Ciwanroyê, wesayîtek kolberan qelibî. Hate gotin ku di encama qezayê de kolberê Kurd ê bi navê Şehab Kerîm ê xelkê Selasî Bawecan yê ser bi bajarê Kirmaşanê, jiyana xwe ji dest daye û hejmarek kolber jî birîndar bûne.
Hêjayî gotinê ye di sala 2024’an de li bajarên Rojhilatê Kurdistanê 52 kolberên Kurd di encama êrîşên hêzên Îranê de jiyana xwe ji dest dane û 131 jî birîndar bûne.