Dewleta Îranê li Urmiyeyê Kurdek qetil kir
Hat ragihandin ku hêzên dewleta Îranê li herêma Urmiye ya Rojhilatê Kurdistanê welatiyê Kurd ê bi navê Muhammed Huseyîn Zade qetil kir.
Hat ragihandin ku hêzên dewleta Îranê li herêma Urmiye ya Rojhilatê Kurdistanê welatiyê Kurd ê bi navê Muhammed Huseyîn Zade qetil kir.
Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê ev agahî piştrast kir û diyar kir ku Muhammed Huseyîn Zade li gundê Qişlaq ê girêdayî bajarokê Terzîlu yê Urmiyeyê roja 29’ê Adarê di encama gulebarana hêzên Îranê de jiyana xwe ji dest da.
Tora Mafên Mirovan ragihand ku hêzên Îranê bêyî ku ti hişyariyê bikin bi gumana ‘kel û pelên qeçax dihilgirt’ wesayîta ku Muhammed Huseyîn Zade têde bû gulebaran kirine.
Di meha Sibatê de li bajarokê Kueştî yê li herêma Loristan 3 welatiyên Kurd, di encama gulebarana hêzên dewleta Îranê de hatin înfazkirin.