BI DÎMEN

Gerîlayên PJAK’ê 4’ê Nîsanê pîroz kirin

Gerîlayên PJAK'ê salvegera 21'an a damezrandina partiya xwe û 4’ê Nîsanê rojbûna Rêber Apo bi merasîmekê pîroz kirin.

Gerîlayên Azadiya Kurdistanê salvegera 21’an a Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) ku 4’ê Nîsanê hatiye avakirin û 4’ê Nîsanê rojbûna Rêber Apo bi merasîmeke taybet pîroz kirin.

Di merasîmê de li gel wêneyên Rêber Apo û şehîdan pankartên berxwedan û dilsoziya bi şehîdan re hatin hildan.

Di merasîmê de Hevseroka Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) Peyman Viyan axivî. Peyman, salvegera PJAK’ê û Rojbûna Rêber Apo di serî de li Rêber Apo, gerîlayan, malbatên şehîdan, gelê Rojhilatê Kurdistanê welatparêz, jinan û ciwanan, berxwedêrên zindanan, berxwedêrên li kolanan pîroz kir.

Viyan destnîşan kir ku ji bo li dijî komployê bibin bersiv û bersivek xurt bidin dijminan Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) hat avakirin û got: “Em hemû gerîlayên di vê rêyê de şehîd bûne bibîr tînin. Bi taybet şehîdê yekem Şehîd Newzad heta şehîdê dawî Ebdulrehman Hacî Ehmed hemû şehîdan bibîr tînin.”

Her wiha di merasîmê de pêşangeheke ya wêneyan hate nîşandan û Viyan Peyman derbarê vê de wiha got: “Şoreş dikare bi hûnerê xwe bibe çandek û di dilê gel de xwe bi cih bike. Rêber Apo jiyanek nû ji bo me afirand. Em azadiya xwe bi azadiya Rêber Apo ve dibînin. Divê em ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo têkoşînê li hemû qadan xurt bikin. Ji ber ku em di kesayetiya Rêber Apo de xwe dibînin. Bi wî bûne xwedî vîn û rêxistin.”

Viyan anî ziman ku PJAK’ê ked û têkoşîna bi hezaran şehîdan e û got: “PJAK’ê tenê li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê partiyek nîne. Rê û rêbazeke nû ya têkoşîn, hizir û felsefeyeke nû ye. Çavkaniya xwe jî ji raman û felsefeya Rêber Apo digire. Ji bo vê jidayîkbûna Rêber Apo hemwext dayîkbûna PJAK’ê ye. PJAK partiya şehîdan e. Ji ber ku bi saya bi hezaran şehîdan PJAK’ê gihişt roja îro.”

Hevseroka PJAK’ê bal kişand ser pîrozbahiyên Newroza îsal û wiha pêde çû: “Ew ruhê ku di Newroza îsal de derket, berxwedan, xweragirî, hevrebûna dayîkan, jinan, ciwanan û hemû pêkhateyên civakî xwe da der. Newrozê kirin Newroza gelan. Divê gelê me di 4’ê Nîsanê de bi heman rengî ji bo welateke keskahî û ekolojîk jidayîkbûna Rêber Apo û PJAK’ê pîroz bikin.”

Piştre gerîlayan helbest û stranên şoreşgerî gotin û dar çandin û li ber strangan govend gerandin.