Sermayedarekî Merîwanî nêzîkî 180 kes bêkar hiştin

Sermayedarekî Merîwanî nêzîkî 180 dikandarên pasajekê bêkar hiştin Xwediyê pasaja bi navê Xurşîd Zirêbar çend hefte berî niha kirêya mehane ya dikanan ji du milyon tumenî kir 12 milyon û paşê jî kir 18 milyon tumen.

Yedulah Rozçeng ku ji malbata Rozçengan e û sermayedarekî Merîwanê yê naskirî ye, berî niha ji ber spîkirina pereyan ji hêla dadgehê ve şeş milyar dolar ceza lê hatibû birîn û piştre reviyabû Amerîkayê û dewleta Îranê jî dest danîbû ser pasajê. Lê belê tê gotin ku malbata Rozçengan bi bertîleke zêde pasaj dîsan kiriye û bi rêya hin kesên ebaboz zextê li dikandarên pasajê dikin ku kirêya mehane ji du milyonan bikin 18 milyon tumen.

Lê belê ji hêla qanûnî ve gava ku milkek bê desteserkirin, dubare ji hêla heman xwedîyî ve nikare were kirîn.

18 milyon tumen ji bo kirêya mehane kirêyeke pir zêde ye û dikandar nikarin bidin. Ji ber vê yekê dikandaran dest bi grevê kiriye.

Hejmara dikandaran nêzîkî 180 kesî ye. Tevî hemû hewlên qanûnî yên dikandaran, dadgeh û aliyên têkildar daye xuyakirin ku ew ê têkilî dosyeyê nebin.

Dikandar didin xuyakirin ku çeteyên malbata Rozçengan bi kêran êrîşî ser pasajê kiriye û bi zorê pasaj dane girtin. Dikandarên ku dikanên wan hatine girtin, li ber pasajê dest bi grevê kirine.

Dikandar dibêjin ku heta ku dosyeya wan neyê çareserkirin, ew ê greva xwe bidomînin.

Hêjayî gotinê ye ku ji ber gefên malbata Rozçengan tu çapemeniyek xwecihî behsa greva dikandaran nake.