Piştî fermana 3.8.2014'an, ji bo civaka Êzidî ya li Şengalê yek ji mijarên herî bi êş jî gorên komî ye. Bi hezaran Êzidiyên bi destê DAIŞ’ê hatin kuştin, di gorên komî de hatin veşartin. Em nêzîkî 10’emîn salvegera fermanê dibin lê ji bo Êzidiyan devê vê birînê hê jî vekiriye. Di nav 10 salan de cihê 92 gorên komî hatine tesbîtkirin lê bi tenê 55 ji van hatine vekirin. Agahiyên ku şahidên fermanê didin, îşaret bi dehan gorên komî yên nû dike. Civaka Êzidî ji ber sersarî û xemsariya di mijara gorên komî de nerazîbûnê nîşanî dewleta Iraqê dide û banga tevgera lezgîn lê dike.
Rêveberiya Xweser a Şengalê û çend saziyên civaka medenî jî ji fermanê heya roja me ya îro ji bo vekirina gorên komî û zelalkirina kesên çarenûsa wan ne diyar kar û xebat dimeşînin. Yek ji wan saziyan jî Petrichor e ku cihê wan li navenda Şengalê ye û bi taybet li ser melefa gorên komî kar dike. Nûnerê vê saziyê Xêrî Îbrahîm derbarê gorên komî yên Şengalê de agahiyên girîng bi ajansa me ANF’ê re parve kir, rexne li xemsariya hikumeta Iraqê kir û her wiha da zanîn ku wan derbarê PDK’ê de jî gilî kirine ku ev doz hê jî berdewam e.
'JI 55 GORÊN KOMÎ CENAZEYÊN 700 KESÎ HATIN DERXISTIN'
Nûnerê saziya Petrichorê Xêrî Îbrahîm di destpêka axaftina xwe de da zanîn ku li Şengalê cara yekem di 15’ê Adara 2019’an de li gundê Koçoyê dest bi vekirin û lêkolîna gorên komî hatiye kirin û ev agahî dan: "Heya niha li Şengalê 92 gorên komî hatine tespîtkirin ku ji wan 55 hatine vekirin. Ji van gorên komî jî hestiyên derdora 700 kesî hatine derxistin û şandine bo Saziya Tib a Edlî ya Bexdayê. Ji wan jî heya niha nasnameya 204 kesan hatiye naskirin û merasîm ji wan re hatiye çêkirin."
Xêrî Îbrahîm anî ziman yek ji sedemên esasî ku nasnameya wan kesan nayê naskirin xemsariya hikumeta Iraqê ye lê ji ber ku gelek malbat bêyî ku nimûneya xwînê ji bo testa DNA’yê bidin çûne Ewropayê ev jî dibe sedem ku nasname dereng werin zelalkirin.
'37 GORÊN KOMÎ 10 SAL IN NEHATINE VEKIRIN'
Xêrî Îbrahîm bi bîr xist ji 92 gorên komî ku heya niha cihê wan hatine tesbîtkirin 37 ji wan heya niha nehatine vekirin û wiha berdewam kir: "Em jî bang li saziyên pêwendîdar dikin di zûtirîn demê de van gorên komî vekin. Li gel gorên komî ku heya niha nehatine vekirin, gorên komî yên nû jî têne keşifkirin. Dema rexne li saziyên pêwendîdar tê kirin, ew jî dibêjin hejmara me kêm e û li seranserê Iraqê gelek gorên komî hene. Hê gorên komî yên ji dema Sedam Hisên mane ku li ser dixebitin."
'DIBE KU DI DEMÊN PÊŞ DE GORÊN KOMÎ YÊN NÛ WERIN DÎTIN'
Xêrî Îbrahîm da zanîn li gorî agahiyên li ber destê wan ên ji şahidên komkujiyê hatine wegirtin, dibe ku di demên pêş de li Şengalê gorên komî yên nû jî werin dîtin û wiha axivî: "Ji bo tesbîtkirina cihên gorên komî, em agahiyên şahidan esas digirin. Hin kes hene ji komkujiyên DAIŞ’ê re şahidî kirine. Ev şahid wê me bigihînin gorên komî yên nû yên heya niha nehatine tesbîtkirin. Em bawer dikin gelek Êzidiyên ku heya niha çarenûsa wan ne diyar e di nav wan gorên komî de bin."
'HESTIYÊN ŞEHÎDÊN FERMANÊ BI AVÊ VE DIÇIN'
Nûnerê saziya Petrichorê Xêrî Îbrahîm her wiha bal kişand ser berpirsyariya sazî û dezgehên hikumeta Iraqê jî û bi van gotinan rexne li helwesta wan kir: "Saziyên hukmî ku berpirsyar in van gorên komî biparêzin û lêkolînê li ser bikin, bi erka xwe ranebûne. Em dizanin hin ji wan gorên komî bi avê ve çûne, heywan hestiyên wan kesan birine, hinek ji wan hatine şewitandin. Ev rewş bandoreke mezin li ser kesûkarên wan dike."
'PDK'Ê HESTIYÊN 67 ŞEHÎDÊN FERMANÊ BÊ QANÛNÎ DERXIST Û GOR KIR'
Xêrî Îbrahîm destnîşan kir ku gorên komî yên têne vekirin jî bi rêbazên şaş û ne yasayî têne vekirin û derbarê vê mijarê de bang li malbatan kir ku li dijî vê gilî bikin û dozê vekin. Di 2019'an de PDK’ê bi awayekî qaçaxî û ne yasayî goreke komî ya di navbera Xanesor û Sinûnê de vekiribû û hestiyên 67 şehîdên fermanê biribû Hewlêrê. Xêrî Îbrahîm derbarê vê mijarê de jî agahiyên girîng dan û got: "Gorê komî yê di navbera Xanesor û Sinûnê de bi şeklekî ne qanûnî hate vekirin ji aliyê saziyên girêdayî Herêma Kurdistanê ve. Piştî ku ev gorê komî hatiye vekirin û hestiyên ji vê gorê derketî birine Hewlêrê, pey re anîne li ber Şerfedîn bi merasîmê veşartin. Heya niha şehadeya mirina wan ji malbatên re nehatiye dayîn û mafên wan winda bûye. Em jî li ser vê dozê heya niha dixebitin. Ew kesên ku li Şerfedîn hatine veşartin niha pêwîst e gorê wan were vekirin û cenazeyên wan careke din were derxistin, ji Saziya Tib a Edlî ya Bexdayê re were şandin û testa wan a DNA’yê were kirin. Ev kes li ber Şerfedîn hatine veşartin, lê nayê zanîn kî ji wan kî ye! Şahidê kêlên tirban jî nîne û gorên wan li erdekî rast in. Dema mirov biçe, mirov pê nizane ku ew der cihê 67 şehîdên fermanê ye."
'CENAZEYÊN 24 ÊZIDIYAN HÊ JÎ LI HEWLÊRÊ NE'
Nûnerê saziya Petrichorê Xêrî Îbrahîm derbarê sûcên PDK’ê yên li dijî civakê û yasayan de mînakeke cûda jî da. PDK’ê di sala 2019’an de di navbera Mûsil û Hewlêrê de, li mintiqa Birdiyê cenazeyên 24 Êzidiyên ji komelgeha Guhbelê ji gorê komî derdixe û bêyî agahiya malbatên wan dibe Hewlêrê. Xêrî Îbrahîm derbarê vê de jî got: "Li gor agahiyên li ber destê me, cenazeyên 24 kesan jî ji wir hatine derxistin û birine Hewlêrê. Ew cenaze ji wê demê ve ye li Hewlêrê ne û venegerandine Şengalê jî."