Yek ji Fermandarên HPG'ê Adar: Em ê wan tertûbelav bikin

Yek ji Fermandarên HPG'ê Dara Adar got, ew ê artêşa Tirk ji hev tertûbelav bikin û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi mîsogerî bişikînin.

Yek ji Fermandarên HPG'ê Dara Adar derheqê tecrîda li ser Ocalan, êrîşên qirker ên li ser Kurdan û êrîşên dagirker ên Heftanînê axivî.

Adar got, "Çawa ku Rêbertiya me li Imraliyê berxwedaniyeke bêhempa dike, gerîlayên Kurdistanê jî li dijî hemû êrîşan li ber xwe didin. Gerîla li dijî qirkirin û plana çokşikandinê ya dewleta Tirk bersiva herî xurt dide. Berxwedana li Heftanînê mînaka vê ye."

Dara diyar kir, "Di rewşeke wiha de ku dewleta Tirk dixwaze Kurdan serkut bike, biçewisîne, bikuje, gelê Kurd û gerîlayên wê jî berxwedaniyeke mezin dikin" û domand, "Em jiyaneke bê Rêbertî ti caran qebûl nakin. Dewleta Tirk û hêzên mêtinger çi dikin bila bikin ti caran wê nikaribin gerîlayên gelê Kurd teslîm bigirin. Wê nikaribin me hînî jiyaneke bê Rêbertî bikin. Kana jiyanê û berxwedanê ya gerîla paradîgmaya Rêbertî ye. Hevrêyên me xwe dispêrin ser paradîgmaya Rêbertî, xwedî îrade û performanseke berxwedanê ya ji pola qeyîmtir in. Sedemeke dî ya berxwedana me ya li Kurdistanê li Heftanînê ji hev tertûbelavkirina artêşa Tirk e û bi mîsogerî şikandina tecrîda li Imraliyê ye."

Fermandarê gerîla Adar derbarê êrîşên dagirker ên li ser Heftanînê û berxwedaniya gerîla jî wiha got: "Artêşa Tirk li Başûrê Kurdistanê êrîşên dagirker tîne, planên dagirkirinê daye ber xwe, gerîla jî bi çalakî û berxwedaniya xwe dixwaze pêşî li vê bigire.  Li herêmên  Bakurê Kurdistanê çalakiyên gerîla dibin. Artêşa Tirk li herêma Heftanînê û bi hemû teknîka xwe dixwazin qadê ji xwe ve vekin, polîtîkayên dagirker û emperyal meşrû bikin. Herêmên Parastinê yên Medyayê dike hedef, dixwaze bandor gerîla bişkîne û çalakiyan bişkîne lê wê nikaribe vê bike. Gerîla taktîkên nû hildiberîne, li ser xeta şerê şoreşgerî yê gel xwe nû dike, taktîkên şer û berxwedanê geş dike. Artêşa Tirk li herêma Heftanînê û li gel hemû teknîka xwe gavekê jî bi pêş ve neçû. Derbên giran xwarin. Bi şerê taybet û psîkolojîk gefê li gelê Başûrê Kurdistanê dixwe. Bi hezkirina gelê me ya li gerîla dizanin. Nikare rêça berxwedanê ya hevrêyên me ku li Heftanînê li ber xwe didin asteng bike."