BI DÎMEN

Li Berlînê panela “Ji Abdullah Ocalan re Azadî” hate lidarxistin

Li paytexta Elmanya Berlînê di çarçoveya rojên “Ji Ocalan re Azadî ya Kûrewî” de panel hat lidarxistin.

Bi tevlîbûna dehan aktivîstên Elman û Kurdistanî bi dirûşmeya Freiheit Fur Ocalan (Ji Ocalan re Azadî) li salona Berlin Haus der Demokratie, di çarçoveya paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de panelek hate lidarxistin.

Aktivîst û rojnamevanê azad Tim Kruger weke panelîst tevlî çalakiyê bû. Kruger diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi teoriya Xweseriya Demokratîk û Konfederalîzma Demokratîk ku piştî salên 2000’î pêş xist, rê li ber tevgerên şoreşger ên cîhanê vekir û got: “Di vê ev mijar bi awayekî berfireh ji gelên cîhanê re bên vegotin.”

Kruger destnîşan kir ku gelê Kurd di tevahiya dîroka Komarê de ji aliyê dewleta Tirk ve her tim rûbirûyê komkujî û qirkirinê maye û anî ziman ku tehdeyî li mafên bingehîn ên Kurdan ên weke zimanê zikmakî hatiye kirin. Kruger di berdewamiya axaftina xwe de sedema derketina tevgera neteweyî ya Kurd nîqaş kir.

Çalakiya ku di saet 18:00’an de destpê kir di saet 20:00’an de bi dawî bû.