Nagîhan Akarsel li gelek bajaran hat bibîranîn

Rojnamevan û endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê Nagîhan Akarsel a di 4'ê Cotmeha 2022'yan de li Silêmaniyê hat qetilkirin, li gelek bajaran hat bibîranîn.

NAGÎHAN AKARSEL

Rojnamevan û endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê Nagîhan Akarsel a di 4'ê Cotmeha 2022'yan de li bajarê Silêmanî yê Herêma Federal a Kurdistanê hat qetilkirin, li gelek bajaran hat bibîranîn.

AGIRÎ

Bi Pêşengiya Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) yên Agiriyê û Tevgera Jinên Azad (TJA), li avahiya DEM Partiyê bîranîn hat lidarxistin. Hevşaredar û gelek welatî tevlî bîranînê bûn. Bernameya bîranînê bi rêzgirtinê dest pê kir.

Di bîranînê de Hevseroka DEM Partiyê ya Agiriyê Ayşe Karakûş axivî û bal kişand bi ser têkoşîna Nagîhan Akarselê.

Bîranîn bi dirûşmeyên “Şehîd namirin” bi dawî bû.

WAN

Bi Pêşengiya Komeleya Rojnamegerên Jin ên Mezopotamyayê (MKG) û Tevgera Jinên Azad (TJA) Jineolojiyê ji bo rojnameger, endama Navenda Lêkolînê ya Jineojiyê, edîtora Kovara Jineolojiyê û akademîsyen Nagîhan Akarsel ku 4’ê cotmeha 2022’an de li Silêmaniyê hat qetilkirin bernameya bîranînê li Wanê pêk hat. Bername li avahiya DEM Partî ya Riya Armûşê pêk hat û Komeleya Rojnamegerên Dîcle Firatê (DFG), rêveberên DEM partîyê, DBP’ê, TUHAY-DER’ê, MEBYA-DER’ê, hevşaredarê bajarê mezin yê Wanê Abdullah Zeydan, parlamenterên DEM Partiyê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît, Zulkuf Uçar û Pervîn Buldan tevlî bûn.

Endama MKG’ê Oznur Deger di bernameyê de axivî û da zanîn ku Nagîhan du sal berê hatiye qetilkirin û wiha got: “Dema em li sekn, keseayet, perspektîfa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ya hevala Nagîhan dinêrin em dibînin ku çima hatiye qetilkirin. Hevala Nagîhan jiyana xwe daye ser têkoşîna azadiyê.  Bi pênûsa xwe bi dilê xwe zîhniyeta xwe dest da her kesî. Hem hevala Nagîhan bibîr tînin, mîrateya wê ya pîroz ya ji me re hiştiye careke din fêm dikin.”

Parlamentera DEM partiyê ya Wanê Pervîn Buldan jî axivî û got: “Nagîhanê bi sê nasnameyan jiyana xwe domandiye û ev nasname ya rojnamegerî, ya akademîsyenî û ya jinbûnê ne. Em wek jin bi felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ya Nagîhê mezin bûne. Wê tu carê têkoşîna wê neyê jibîrkirin. Bi mîlyonan jinên ku pênûsa Nagîhanê li erdê nahêlin hene.”

ÊLIH / ENQERE

Rojnamevan û endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê Nagîhan Akarsel a di 4'ê Cotmeha 2022'yan de li Silêmaniyê hat qetilkirin, li Êlih û Enqereyê hat bibîranîn.

AMED

Pêşengiya Komeleya Rojnamegerên Jin ên Mezopotamyayê (MKG), Tevgera Jinên Azad (TJA) û Kovara Jineolojiyê ji bo rojnameger, endama Navenda Lêkolînê ya Jineojiyê, edîtora Kovara Jineolojiyê û akademîsyen Nagîhan Akarsel ku 4’ê cotmeha 2022’an de li Silêmaniyê hat qeitlkirin bernameya bîranînê pêk hat. Bîranîn li Navenda Çanda Dîcle Firat pêk hat û geleksaziyên jina, parlamenterên DEM Partiyê, meclîsa jinan a DBP’ê, nivîskarên jin, dayikên aştiyê, hevşaredara Sûrê Fatma Gulan Onkol tevlî bûn. Beriya bîranînê bernameya îmzekirina pirtûka “Bîhna kozê” ya ku Nagîhan Akarsel nivîsî bû hat kirin. Bîranînê de bê navber dirûşmeya “Şehîd namirin” hat berzkirin.

Piştre sînevîzyonek hat nîşandan. Di sînevîzyonê de hevalên Nagîhanê ew vegotin. Piştî sînevîzyonê helbest hatin xwendin.

Piştre seroka MKG’ê Roza Metîna axivî û da zanîn ku Nagîhan jinek jîr bû û xebatê pir bi nirx meşandiye.

Parlamentera DEM Partî ya Amedê Adalet Kaya jî axivî û da zanîn ku Nagîhanê bi pênûsa xwe di her qada jiyanê de bi terza jiyana xwe têkoşîna jinê daye û got: “Ji bo wê mijara herî girîng ev bû berxwedana jinê nîşanê cîhanê bide. Pênûsa xwe kiribû alava wê. Wek wê jî got berxwerdana jinan berxwedana gelane. Dewlet ji xeyalên jinan ditirsin. Yên Nagîhan qetilkirin di esasê de fikriyata Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hedef girtin. Ji ber vê jî ya dikeve ser milê me belavkiirina jîneolojiyê ye û xwendine.”

Bername bi dirûşmeya “Jin, Jiyan, Azadî” bidawî bû.