Heyva Sor ji bo koçberên Lubnanê banga alîkariyê kir

Heyva Sor a Kurdistanê ji bo bi deh hezaran kesên ku ji ber bombebarana Îsraîlê neçar man ji Lubnanê koç bikin banga alîkariyê kir.

Heyva Sor a Kurdistanê di bangewaziyê de wiha got: “Şerê navbera Îsraîl û Hamasê ji 7’ê Cotmeha 2023’yan heta niha bûye sedema kuştina zêdetirî 42 hezar kesî û ji ber wêraniyê bi sed hezaran kes jî koçber bûne. Di hawireke ku mirovahî hewl dide birînên vî şerî derman bike de şerê Lubnan-Îsraîl jî li ser vê karesatê zêde bû." 

Heyva Sor bi bîr xist ku ji ber şer û pevçûnên 13 sal in li Sûriyeyê diqewime bi deh hezaran kes koçberî Lubnanê bûn. Heyva Sor diyar kir ku di nava wan de gelek welatiyên Rojava hene. 

Di daxuyaniya Heyva Sor de wiha hat gotin: “Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji rojên destpêkê yên şerê navbera Îsraîl û Hizbûllahê, hewl dide penaberên Sûriyeyê ji bandora şer rizgar bike. Ji ber vê yekê Rêveberiya Xweser di demeke kurt de amadekariyên xwe yên yekem bi dawî kir. Li ser banga rêveberiyê ji 29’ê Îlonê û vir ve zêdeyî 13 hezar kes ji deriyê Tebqa û Minbicê derbasî herêmê bûn.” 

Daxuyanî wiha berdewam kir: “Saziya Alîkariya Mirovî ya Rojava Heyva Sor a Kurd ragihand ku ji bo peydakirina pêdiviyên welatiyan dest bi kampanya alîkariyên lezgîn kirine. Kampanyaya Heyva Sor a Kurd ji bo bi hezaran kesên ku ji şerê navbera Îsraîl û Hizbûllahê reviyane li cihên ewle bên bicihkirin û pêdiviyên wan ên jiyanî were bicihanîn, gelekî girîng e. 

Ji bo vê jî weke Heyva Sor a Kurdistanê em xwe weke hevparê vê kampanyayê dibînin. Em dizanin ku xwedîderketina li mexdûrên şer, ji kîjan netewe, ol û baweriya wan dibe bila bibe, erkeke exlaqî û mirovî ye. Em ê bi saziyên alîkariyê yên hevkar re li welatên Ewropa, Skandînavya û Japonya bi komkirina alîkariyên aboriyê vê kampanyayê bimeşînin. 

Weke Heyva Sor a Kurdistanê em bang li rêxistin û xêrxwazên derveyî welat dikin ku tevlî kampanya Heyva Sor a Kurd bibin. Hemû kes û saziyên ku dixwazin destê alîkariyê bidin penaberên Kurd û Sûriyeyî yên ji Lubnanê reviyane, dikarin bi rêya Heyva Sor a Kurdistanê alîkariya xwe ji kesên hewcedar re bişînin."

Heyva Sor ji bo alîkariyê hesabê li jêr parve kir:

HESABÊ BANKÊ:

Heyva Sor a Kurdistanê e.V.

Kreissparkasse Koln

IBAN: DE49 3705 0299 ​​0004 0104 81

BIC/SWIFT: COKSDE33XXX

PAYPAL: [email protected]

paypal.me/heyvasorakurdistane

Armanca alîkariyê: Koçberên Lubnanî

Heyva Sor a Kurdistanê herî dawî ev agahî parve kir: “Li gor biryara ADD’ê li eyaleta Rheinland-Palatinate destûr nayê dayîn ku alîkariyê bidin komeleyan û komele alîkariyan kom bikin."