Nagîhan Akarsel li cihê ku lê hat qetilkirin hat bibîranîn

Nagîhan Akarsel bi beşdariya gelek jin, welatparêz û azadîxwazan li cihê ku lê hat qetilkirin, hat bibîranîn.

Rojnamevan û Endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê Nagihan Akarsel a di 4'ê Cotmeha 2022'yan de li bajarê Silêmaniyê hat qetilkirin, bi boneya duyemîn salvegera qetilkirina xwe li taxa Bextiyariyê ya Silêmaniyê cihê ku lê hat qetilkirin hat bibîranîn.

Çalakî bi pêşengiya Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistanê (RJAK) û bi amadebûna endamên Tevgera Azadî, gelek jin û welatparêzan hat lidarxistin.

Di merasîma bîranînê de taca gulan bi berzkirina dirûşmeyên “Şehîd Namirin” danîn cihê ku Nagîhan Akarsel lê şehîd bûyî. Piştre peyama RJAK’ê ji aliyê Rûnak Mecîd ve hate xwendin.

Di peyamê de wiha hate gotin: “Di kesayeta Şehîd Zîlan (Nagîhan Akarsel) de em hemû şehîdên doza azadiya bi bîr tînin. Hedefgirtina Nagîhan Akarsel, di heman demê de hedefgirtina têkoşîna jina azad û jineolojiyê ye. Ji ber ku Akarsel wê demê li Başûrê Kurdistanê xebatên têkoşîna zanistî ya jinê û komkirina arşîva jinan dimeşand.”

Di dawiya peyamê de hate diyarkirin ku Nagîhan Akarsel fikr û felsefeyek bû û bi sedan Zîlanên din wê bibin şopdarê wê.