BI DÎMEN

Êrîşî afişa pêşengeha “Qîrîna Azadiyê” ya hunermend Alî Zulfîkar kirin

Li paytexta Elmanya Berlînê êrîşî afişên pêşengeha “Qîrîna Azadiyê” ya hunermend Alî Zulfîkar kirin ku wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ser e.

Hunermend Alî Zulfîkar ev êrîş weke mudaxileya li ser huner û ramana azad pênase kir. Hate diyarkirin pêşangeh tevî astengiyan jî wê 10’ê Cotmehê ji bo beşdarbûna hunerhezan bê vekirin.

Hunermend Alî Zulfîkar têkildarî êrîşa li ser afişa pêşangehê ya li navnîşana Kopenickerstr. 188/187 wiha got: “Di afişa me de ne dijminahî, hewldana hunermendekî ku aştiyê dixwaze cih digire. Pêşangeha me tenê bernameyeke hunerî ye. Em ev nêzîkatiyên hilweşîner ên li dijî armanca pêşangehê qebûl nakin. Em ê destûrê nedin ku pêşangehê me asteng bikin. Helwesta min a di vê mijarê de zelal e. Saziyên din ên ku piştgirî didin pêşangehê me jî di heman fikrê de ne. Ez kêfxweş im ku wê pêşangehê me pêk were. Ev pêşangeh wê tevî her curê provokasyonan jî çêbibe.”

Vekirina pêşangeha Alî Zulfîkar wê 10’ê Cotmeha 2024’an di saet 19:00’an de li navnîşana Torstraße 6,10119 Berlin bê lidarxistin.