Li Hamburgê paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd li gel tê nasandin

Li bajarê Hamburg ê Elmanyayê bi armanca nasandina paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiya ji bo 2 rojan tê lidarxistin.

Kurdistanî û dostên wan li Hamburgê di çarçoveya kampanyaya rojên “Ji Ocalan re Azadî ya Kurewî” de ku di navbera 1-10’ê Cotmehê de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê lidarxistin, çalakiya ji bo 2 rojan li dar dixin.

Di roja ewil a çalakiyê de li navenda taxa Altona ya Hamburgê kon hate vedan ku berhemên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê de cih digirt. Di konê de li ser mijarên nîjadperestiya li dijî Kurdan, azadiya jinê, konfederalîzma demokratîk û tecrîdê pêşkêşiyên bi zimanê Elmanî hatin kirin.

Çalakiya agahdarkirinê ya îro ku di saet 13:00’an de destpê kir, bala kesên ji nasnameyên cuda kişand. Çalakî wê sibê di heman navnîşanê de berdewam bike.