Ji ber piştevaniya bi Ozgur Gundemê re ceza li akademîsyen Beyza Ustun hat birîn

Li akademîsyen Beyza Ustun a tevlî kampanyaya “Gerînendeya Weşanê ya Giştî ya Nobedar” a rojnameya Ozgur Gundemê bûbû, salek û 3 meh cezayê girtîgehê hate birîn.

Dozên derbarê kesên tevlî kampanyaya “Gerînendeya Weşanê ya Giştî ya Nobedar” ku rojnamevan û rewşenbîran li dijî zextên li ser rojnameya Ozgur Gundemê ya bi Biryarnameya di Hikmê Qanûnê de (KHK) hatibû girtin dabûn destpêkirin didomin. Danişîna doza derbarê akademîsyen Beyza Ustun a di çarçoveya kampanyayê de rojekê gerînendeya weşanê ya giştî kiribû de bi îdiaya “propagandaya rêxistinê kiribû” hatiye vekirin li 13’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê hate lidarxistin. Di danişîna ku Ustun amade nebû de parêzer Oya Merîç Eyuboglû amade bû. 

Dozger mutalaya xwe ya ku ji bo Ustun ji ber sûcdariya “propagandaya rêxistinê” bi cezayê girtîgehê were cezakirin dubare kir. Parêzera Ustunê Eyuboglû jî parastina xwe ya beriya niha dubare kir û beraeta muwekîla xwe xwest. 

Şandeya dadgehê îdia kir ku Ustun sûcê “propagandaya rêxistinê kiriye” û salek û 3 meh cezayê girtîgehê lê birî. Dadgehê ceza taloq kir.