Parlamenter Dawidî qala çeteyên MÎT'ê yên li Kerkûkê kir

Bi belgeyan derket holê ku dewleta Tirk a dagirker li Kerkûkê hêzeke ji komên çete ava dike. Çavdêrên siyasî destnîşan kirin ku armanca perwerdekirin û avakirina van hêzan dagirkirin û têkdana aramiya herêma Kerkûkê ye.

Her ku diçe êrîş û planên dagirkeriya dewleta Tirk a li ser Başûrê Kurdistanê zêdetir diyar dibe û derdikevin pêş çavan. Ji bo dagirkeriyê artêşa Tirk komên çete yên ji Tirkmenên Kerkûkê pêk tên li Kerkûkê perwerde dike. Berî vê bi çendekê rayedarên eniya Tirkmenan diyarkibûn ku ev komên çete girêdayî Tirkmenan in, lê eşkere bû ku ev komên çete yên MÎT'ê ne. Parlamenterê Kurd ê Kerkûkê yê Parlamenta Iraqê Şiwan Dawîdî di vî warî de lêkolîn kir û belgeyên bi dest xist bi ANF'ê re par ve kir.

Parlamenterê Kurd ê Kerkûkê yê Parlamenta Iraqê Şiwan Dawîdî têkildarî mijara avakirin û rêxistinkirina van komên çete got: "Beriya ku ev hêz bên avakirin, bi rêya MÎT'ê bang li berpirsekî eniyeke Tirkmen hate kirin ku bi navê Erşad Salî ku tê naskirin û li navçeya Yaçî ya girêdayî Kerkûkê ye. Dîsa bang li berpirsê eniya Tirkmen ku bi navê Hesen Toran ku tê naskirin hate kirin. Îstixbarata Tirk (MÎT) bi dizî van kesan bi wesayîtên taybet ji Kerkûkê bi Deriyê Sînor ê Îbrahîm Xelîl re derbasî navçeya Silopiya ya Şirnexê dikin û li Fermandariya Gişî tên bicihkirin û perwerdekirin.

MÎT A TIRK VAN KESAN PERWERDE DIKE

Ev komên çete ji aliyê berpirsên eniya Tirkmen û MÎT a Tirk ve li Tirkiyeyê hatine perwerdekirin. Piştî ku perwerde bi dawî dibe wê van komên çete vegerînin Kerkûkê. Wê van komên çete ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatine perwerdekirin di bin navê parastina Tirkmenan de li navçe û navendên Tirkmen bên bicihkirin."

PEREYÊ VAN ÇETAN TIRK DIDIN

Dawidî bibîr xist ku ev komên çete bi pereyan hatine avakirin û pereyên wan ji aliyê dewleta Tirk û MÎT'ê ve tê dayîn. Dawidî got, "Mehane pereyê ku tê dayîna ji van kesan ji 400-800 dolarî ye." Dawidî da xuyakirin ku agahiyên hîn zêdetir û bi belge li ser vê koma çete ya ku ji 568 kesan pêk tê hene. Her wiha navê van kesan li gel wan û li gel rayedarên Iraqî jî hene.

TIRKIYE BI DARÊ ZORÊ XWE LI IRAQÊ BI CIH DIKE

Parlameterê Kurd Şiwan Dawidî têkildarî armanca avakirina vê koma çete jî ev nirxandin kir: "Armanca van hêzan ew e ku dagirkeriya Tirkiye ya li Başûrê Kurdistanê kûr bikin. Tirkiye dixwaze bi avakirina van komên çete hêzên girêdayî xwe li vir ava bikin. Ji ber ku Tirkiye di warê siyasî de li herêmê li bermaber Îranê têk çûye û bi taybetî dema em li hilbijartina îsal a Iraqê binêrin ku piranî parlamenterên Şîa bi ser ketine. Di parlamentê de 8 parlamenterên Tirkmen bi ser ketin ji van jî 7 Şîa û yek Sûne bû."

Parlamenter Dawidî di dawiya axaftina xwe de got: "Dewleta Tirk ji bo ku dixwaze vê hêzê fermî bide nîşandan û bike parçeyek ji hêzên Iraqê, xwe nêzî Heşdî Şebî kir, lê hêzên Heşdî Şebî ev yek erê nekir. Niha dixwazin li ser navê 'kampanyayên parastina Iraqê' bidin nîşandan. Lê me dît ku di dema eşkerekirina encamên hilbijartina Iraqê de van hêzan derdora navenda Komîsyona Bilind a Hilbijartinê girtin û bi armancên siyasî tên bikaranîn. Ev hêz ji bo demê pêş hatine amadekirin ku nokiyan derbixin."

EV HÊZ WÊ NAKOKIYAN DERXÎNE

Çavdêrê siyasî Hêmin Hesîb jî têkildarî mijarê û got: "Avakirina vê koma çete ya li navçeyek mîna Kerkûkê ku pir rengî û ji pêkhateyên cihê pêk tê, wê rê li ber nakokî û arîşeyên mezin veke. Ev komên çete wê bikin ku aramî li herêmê û Kerkûkê pêk neyê, alozî û nakokiyên li herêmê kûrtir bikin."

NABE KU ALIYEKÎ SIYASÎ BIBE XWEDÎ HÊZÊN ÇEKDAR

Hiqûnas Hejar Kakî jî derbarê heman mijarê û got: "Li gorî Destûra Bingehîn a Iraqê bi ti awayî rê nayê dayîna ku aliyeke siyasî bibe xwedî hêzên bi çek. Bi taybet eger ku ev kom ji aliyê dewletek derve hatibe amadekirin û perwerdekirin derqanûnî ye. Divê di zûtirîn dem de ji aliyê rayedarên Iraqê ve bê lêkolînkirin û destûra xebatên siyasî ji eniya Tirkmen bê girtin."