TEV-DEM: Tekîn Goyî şoreşgerekî bêhempa bû

TEV-DEM’ê ragihand ku Tekîn Goyî yê xwedî kedeke 32 salan û li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xebatên tenduristiyê dimeşand, di êrîşa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker de şehîd bû.

ŞEHÎD TEKÎN GOYÎ (ÎSMET UNVER)

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) derbarê mijarê de daxuyaniyek nivîskî weşand û nasnameya şoreşger Tekîn Goyî eşkere kir.

Daxuyanî wiha ye:

“Hevalê me, yek ji şoreşgerên pêşeng ê Kurdistanê Îsmet Unver (Tekîn Goyî), di 19’ê Tebaxa 2024’an de dema ku li bajarê Qamişlo erka xwe ya xebatên tendurustiyê didomand, di encama êrîşeke hovane ya dewleta Tirk a dagirker a bi balafirên bêmirov de şehîd bû.

Rêheval Tekîn Goyî ku li bajarê Şirnexê yê herêma Botanê ji dayik bû, zarokatî û ciwantiya xwe li erdnîgariya dijwar a Kurdistanê derbas kir.

Rêheval Tekîn di salên destpêkê yên jiyana xwe de bû şahidê zilm û zordariya ku li hemberî gelê wî tê meşandin, bi hişmendiya tolgirtinê biryar da ku tevlî nava refên gerîla bibe. Di temenekî ciwan de bi desteka ku ji malbata xwe girt, di sala 1992’yan de tevlî nava refên tevgera azadiyê bû.

Rêheval Tekîn ji roja ewil ku tevlî têkoşîna azadiyê bû ve, bi biryardariyeke mezin dest bi xebatê kir. Di sala 1996’an de derbasî qada Rêber Apo bû û li vê derê bi perwerdeyên ku dîtine hişmendiya şoreşgerî û ruhê berxwedanê xurt kir û bû şoreşgerekî zana. Bi taybetî piştî dîtina perwerdeyên Rêber Apo, li her qadekê temsîla felsefe, fikir û şexsiyeta mîlîtaniya Apogerî kir.

Rêheval Tekîn têkoşîna xwe ya şoreşgerî li gelek herêmên Kurdistanê berdewam kir. Li qadên ku berxwedan lê zêde bû, weke Behdînan, Botan, Mêrdîn, Qendîl, Rojava û Şengalê bi awayekî aktîf cih girt. Bi keda ku li van herêman da meşandin, li her cihî di dilê gel de cihekî taybet girt û bû yek ji navên sembol ên têkoşîna azadiyê. Di her qadê de bi dilsoziya xwe ya ji gel re û bi biryardariya xwe ya şoreşgerî hat naskirin.

Rêheval Tekîn hemû jiyana xwe da têkoşîna azadiyê. Bi îrade, coş û fedekariyeke mezin li seranserî Kurdistanê xebat kir. Xwedîderketina li têkoşîna azadiyê yek ji taybetmendiyên wî yên herî girîng bû. 32 salan li her milekî Kurdistanê li ber xwe da û ked da. Bi bawerî, cidiyet, îrade û dîsîplîna xwe ya bilind, ji hevalên xwe yên li derdora xwe re bû mînak. Rêheval Tekîn ku her kêliya xwe di nava berxwedanê de derbas dikir, bi coş û heyecaneke bê dawî tê koşiya.

Di vî şerê dijwar de bi giranî birîndar bû û lingê xwe yê çepê winda kir. Lê belê ev windabûna fizîkî nekarî têkoşîna wî ya şoreşgerî bide sekinandin. Berevajî vê, bi coşeke hîn mezintir têkoşîna xwe hembêz kir û erkên xwe yên şoreşgerî berdewam kirin.

Bi taybet li çiyayên Kurdistanê yên serhildêr û bedew salên dirêj bê nefes li ber xwe da. Fermandarê mezin ê şoreşger û fedekar rêheval Tekîn bi perwerdehiya ku ji Rêber Apo girtiye, xwe fedayê doza gelê xwe kir. Hemû zehmetiyên ku pê re rû bi rû ma derbas kirin û nirxên mezin ên şoreşgerî afirandin. Têkoşîn, fedakarî û îradeya wî ne tenê di nava rêhevalên xwe de, di nava gelê Kurdistanê de jî şopên mezin çêkirin.

Di sala 2014’an de dema ku çeteyên DAÎŞ’ê êrîşî Rojava kir, li ser bangawaziya Rêber Apo ya seferberiyê rêheval Tekîn bê dudilî berê xwe da Kobanê. Li Kobanê weke fermandarekî xwedî ezmûn di eniya herî pêş a şerê berxwedanê de cih girt.

Piştî têkçûyina DAÎŞ’ê ji aliyê şervanên azadiyê ve, di gelek xebatên xizmetgûzariyê û civakî de pêşengtî kir. Herî dawî di xebatên tenduristiyê de bi awayekî aktîf cih girt, xizmetên tenduristiyê pêşkêşî hevrêyên xwe û gelê me kir û di vê pêvajoyê de kedeke mezin da.

Di 19’ê Tebaxa 2024’an de dema ku li bajarê Qamişlo xebatên xwe yên tendurustiyê didomandin, di encama êrîşeke hovane ya dewleta Tirk a dagirker a bi balafirên bê mirov de şehîd bû.

Rêheval Tekîn; bi tevlîbûn, helwest, têkoşîn û rûmeta xwe ya fermandariyê navê xwe bi tîpên zêrîn di dîroka têkoşîna şoreşa Kurdistanê û gelên herêmê de nivîsand. Şoreşgerekî bêhempa bû û bîranîna wî, wê her tim di têkoşîna gelan de bijî.

Di şexsê rêheval Tekîn de em soza tolhildana hemû şehîdên xwe didin ku em ê xeyalên wan pêk bînin û meşa Rêbertiya xwe ya Azad, Kurdistana Azad bi serketinê tacîdar bikin. Li ser vê bingehê em ji malbata rêheval Tekîn a pir hêja, gelê me yê welatparêz ê Botanê û hemû gelên herêmê re sersaxî dixwazin. Têkoşîn û fedakariya wî, wê ji bo me bibe rêber û îlham.”

Di dawiya daxuyaniyê de agahiyên nasnameya şehîd Tekîn Goyî hatin eşkerekirin.

Nasnameya Şehîd wiha ye:

Nav: Îsmet Unver

Nasnav: Tekîn Goyî

Navê Dayikê: Sabîha

Navê Bav: Mehmed

Cih û dîroka dayikbûnê: Şirnex-01.01.1976

Cihê û dîroka tevlîbûnê: Qilêban-Şirneş-1992

Cih û dîroka şahadetê: Qamişlo-19.08.2024