Dîroka xiyaneta PDK’ê digihêje heta dema Qazî Muhammed

PDK her tim beşdarî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Başûr bû. Barzanî û PDK’ê gelek xiyanet li Tevgera Azadiyê û gelê Kurd kirin. Dîroka hevkariya wan a bi dewleta Tirk û hêzên navneteweyî re digihêje heta Komara Kurd a Mahabadê.

DÎROKA XIYANETA PDK'Ê

PDK heta niha bertek nîşanî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê nedaye û bi peymana dawî ya bi dewleta Tirk re derket holê ku di helwesta wê ya li hemberî gelê Kurd û Tevgera Azadiyê ya Kurd de ti guhertin çênebûye. Herî dawî di bûyera qetilkirina rojnamevan Gulistan Tara û Hêro Bahadîn de PDK’ê kordînatên wesayîta ku rojnamevan tê de bûn da dewleta Tirk û vê yekê di nûçeya kanal xwe ya K24 bi awayekî eşkere anî ziman. PDK ne tenê li dijî Tevgera Azadiya Kurd e, li dijî her kesên ku ji bo azadiya gelê Kurd têdikoşin e û her tim li kêleka mêtingerên Kurdistanê sekiniye. Dîroka PDK’ê di heman demê de bûye dîroka xiyaneta li azadiya gelê Kurd.

PDK di hemû êrîşên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê de cih girtiye. Malbata Barzanî û PDK’ê di dîrokê de gelek xiyanet li Tevgera Azadiya Kurd û gelê Kurd kirine. Dîroka hevkariya wan a bi dewleta Tirk û hêzên navneteweyî re digihêje heta Komara Kurd a Mahabadê.

LI MAHABADÊ XIYANET LI QAZÎ MUHAMMED KIR Û LI TIRKIYEYÊ JÎ LI DR. ŞIVAN KIR

Mele Mistefa Barzanî, bi yek ji pêşengên netewî yên Kurd Qazî Muhammed re peymanek çêkir. Dema ku êrîşên Îranê li dijî Komara Kurd a Mahabadê dest pê kir, Qazî Muhammed bi tenê hişt û ti helwest nîşanî êrîşan neda. PDK piştî xiyaneta li Qazî Muhammed kir, helwesta xwe ya li dijî gelê Kurd berdewam kir. Di qetilkirina yek ji pêşengên Tevgera Neteweyî ya Kurd Doktor Şivan de jî roleke girîng lîst. Doktor Şivan di salvegera darvekirina Şêx Seîd de, roja 11'ê Tîrmeha 1965'an de PDK-T damezrand. Serokê Partiya Demokrata Kurdistanê ya Tirkiyeyê Saît Elçî dema diçû hevdîtina bi Mele Mistefa Barzanî re hat qetilkirin. Yek ji kesayetên herî girîng ê PDK-T Doktor Şivan (Saît Kirmizitoprak) bi fermana Mele Mustafa Barzanî ji qetilkirina Elçî berpirsyar hat dîtin û hat darvekirin. Piştî qetilkirina Elçî piştî bi salan derket holê ku ev bûyer ji aliyê PDK'ê ve li ser fermana MÎT'ê hatiye kirin.

Yek ji êrîşên herî girîng ên malbata Barzanî ya li dijî gelê Kurd û Têkoşîna Rizgariya Gelê Kurd, 'Operasyona Sicak Takîp ya ku dewleta Tirk di sala 1983’yan de li dijî Başûrê Kurdistanê da destpêkirin e. Beriya operasyonê dewleta Tirk bi Bexdayê re “Peymana Ewlehiya Sînor û Hevkariyê” îmze kir. Bi vê peymanê re destûra ku artêşa Tirk 10 kîlometre derbasî Başûrê Kurdistanê bibe hat dayîn. Bi vê peymanê re artêşa Tirk bû xwedî rayeya ku dikare li derveyî sînor jî li hemberî Tevgera Azadiyê ya Kurd operasyonan pêk bîne.

Piştî peymana ku di sala 1983’yan de hat îmzekirin, Tirkiye di sala 1995’an de bi erêkirina PDK’ê yekemîn baregeha xwe ya leşkerî li Başûrê Kurdistanê ava kir. Li gel avakirina baregehên artêşa Tirk, PDK’ê destûr da MÎT’ê ku li herêmên di bin desthilatdariya wê de ne tevbigere. PDK’ê ku bi dayîna baregeheke leşkerî ji artêşa Tirk re têr nebû, di heman salê de li dijî gerîlayên PKK’ê jî êrîş pêk anî. PDK a ku rastî berxwedana PKK’ê hat, têk çû û ji Tirkiyeyê alîkarî xwest. Dewleta Tirk li ser vê bangê, bi hişmendiya ku qet jê dernekeve derbasî xaka Başûrê Kurdistanê bû.

Artêşa Tirk heta niha bi dehan baregehên leşkerî ava kirine. Ji van baregehên herî navdar Bamernê û Başîka ne û baregehên din jî Seramiş, Kanîmasî, Begova, Amediyê, Batûfa, Şeladizê, Kirîbî, Sinekî, Sirî, Kubkê, Kumrî, Koxê Spî, Serê Zêr, Geliyê Zaxo û Amediyê ne. Dewleta Tirk ji xeynî van, bi erêkirina PDK’ê li Hewlêr, Dihok, Zaxo û Amediyê saziyên girêdayî MÎT’ê vekir.

DI HEMÛ OPERASYONÊN TIRKIYEYÊ DE TILIYA PDK’Ê HEYE

Zêdebûna têkiliyên PDK û dewleta Tirk di destpêka salên 1990’î de destpê kir. Di van salan de Tevgera Azadiya Kurd di nava gel de xurt dibû û têkiliyên wê bi gel re li seranserê Kurdistanê zêde bûbûn. Di pêvajoya ku piştî Şerê Kendavê yê 1’emîn pêş ket de, her çendî hat gotin “Li dijî êrîşên Seddam Husên e” jî, hêzên navnetewî dest bi bicihbûna li Başûrê Kurdistanê kirin. Dewleta Tirk li gorî peymanê heta sala 1991’an li ser xaka Kurdistanê gelek caran êrîşên hewayî pêk anî. Di navbera 5-13’ê Tebaxa 1991’an de bi operasyona bi navê “Supurge” ku 5 hezar leşker û cerdevan beşdar bûn, derbasî Başûrê Kurdistanê bû. Piştî vê yekê operasyona “Kazma” di 6'ê Gulana 1992'an de pêk hat. Di 28'ê Hezîrana 1992’yan de dema peywira ‘Çekiç Guç’ hat dirêjkirin.

Di heman salê de di 2’yê Cotmeha 1992’an de YNK, PDK û artêşa Tirk li dijî PKK’ê dest bi operasyonê kirin. Li gorî daneyên fermî tenê ji artêşa Tirk 20 hezar leşker beşdarî vê operasyonê bûne û operasyon heta 15'ê Mijdara 1992'an dewam kir. Di şer de zêdeyî sed gerîlayan jiyana xwe ji dest dan. Duyemîn şerê mezin ê PDK'ê di Adara 1995'an de li dijî Gerîlayên Azadiya Kurd pêk hat. Operasyona ku di 21’ê Adarê de bi artêşa Tirk re destpê kiribû, heta 2’yê Gulanê dewam kir û nêzî hezar leşker hatin kuştin. Di van êrîşan de li Başûrê Kurdistanê 200 sivîlan jiyana xwe ji dest dan û 15 hezar sivîl jî neçar man koç bikin.

JI BO DIJMINATIYA KURDAN BI SEDDAM HUSÊN RE HATIN KÊLEKA HEV

PDK û malbata Barzanî her çendî di daxuyaniyên xwe de diyar kirin ku ew li dijî PKK’ê ne, her tim li dijî gelê Kurd sekînin. Barzanî ku di 22’yê Tebaxa 1996'an de nameyek ji Seddam Huseyîn re nivîsandibû, Seddam Huseyîn weke “Serok” anîbû ziman û gotibû: "Birêz Serok, nabe hûn bi serketin û hikûmeta xwe çareseriyek ji destwerdana Îranê ya li Iraqê bibînin. Em daxwazê ji cenabê we dikin ku fermanê bide artêşa Iraqê ku dawî li hêzên derve yên ku dibin sedema metirsiyê û xiyaneta hevkar Celal Talabanî bîne û artêşa Iraqê bikeve Hewlêrê.”

Seddam Huseyîn ku li Helebceyê 182 hezar Kurd bi çekên kîmyewî qetil kir, li ser banga Mesûd Barzanî di 31’ê Tebaxa 1996’an de bi 30 hezar leşker, bi dehan wesayîtên zirxî, tank û topan li dijî YNK’ê ket Hewlêrê. Di şerê di navbera artêşa Iraqê û pêşmergeyên YNK’ê de 450 pêşmergeyên YNK’ê jiyana xwe ji dest dan û bi sedan pêşmerge jî birîndar bûn.

Li gel hemû şikestinan jî PDK'ê xiyaneta xwe domand. PDK'ê di her firsendê de dilsoziya xwe ya bi dewleta Tirk re ragihand, di 6'ê Adara 1996'an de piştgirî da operasyona “Atmaca-Tokat” a artêşa Tirk. Di 14'ê Gulana 1997'an de jî piştgirî da operasyona “Balyoz” a ku dı dîroka Komarê de operasyona herî mezin a derveyî sînor dihat pênasekirin. Di vê operasyonê de roja 16’ê Gulana 1997’an bi dehan Kurd ku di nava wan de gerîla, bijîşk û rojnamevan hebûn li Hewlêrê hatin qetilkirin. Ev komkujiya PDK’ê weke Komkujiya Hewlêrê û weke deqeke reş ket dîroka Kurdan.

PDK'ê careke din bi hemû hêza xwe piştgirî da du operasyonên mezin ên artêşa Tirk a di sala 1997'an de bi navên “Çekîç” û “‘Şafak Harekât”. Piştî salekê di sala 1998'an de di operasyona “Murat” û di sala 1999'an de di operasyona “Sandvîç” de PDK'ê hemû hêza xwe xist xizmeta artêşa Tirk.

PDK’ê bê şert û merc piştgirî da hemû operasyonên dewleta Tirk ên li dijî Tevgera Azadiya Kurd dane destpêkirin, bi vê re MÎT’ê li Başûrê Kurdistanê bi cih kir û destûr da hemû êrîşên li ser Tevgera Azadiya Kurd. PDK îro jî ti destkeftiyan gelê Kurd naxwaze û ji bo berjewendiyên xwe xiyanetê li şervanên ku ji bo azadiya Kurdistanê şer dikin, dike.