Li gelek navendên Ewropayê damezrandina PKK’ê hat pîrozkirin
Li Elmanya û Fransayê bi boneya salvegera damezrandina PKK’ê şahî hatin lidarxistin û payêmên, “PKK gel e, gel li vir e” hatin dayîn.
Li Elmanya û Fransayê bi boneya salvegera damezrandina PKK’ê şahî hatin lidarxistin û payêmên, “PKK gel e, gel li vir e” hatin dayîn.
Li Elmanya û Fransayê bi boneya salvegera damezrandina Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) şahî hatin lidarxistin.
BERGISCH GLADBACH
46’emîn salvegera PKK’ê li bajarê Elmanyayê Bergisch Gladbachê li salona 2000 bi şahiyekê hat pîrozkirin. Malbatên Şehîdan, hunermendên TEV-ÇAND’ê û gelek Kurfistanî beşdarî şahiyê bûn. Şahî ji bo bîranîna Şehîdên Azadiya Kurdistanê bi deqîqeyek rêzgirtinê dest pê kir û Hevserokê Kongreya Civakên Demokratîk ên Ewropayê (KCDK-E) Engîn Sever û Endama Tevgera Tevgera Jinên Kurd ên Ewropayê (TJK-E) Kezban Doganê axaftin kirin.
Engîn Sever behsa merheleyên pêngava ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo kir û wiha got: “Me silava Rêber Apo wergirt. Bi sedan kes ji bo azadiya Rêber Apo li Kolnê kom bûn. Bi sed hezaran kesan daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo qêrîya.”
Kezban Dogan jî li ser navê TJK-E’yê axivî û got: “Têkoşîna ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo tê birêvebirin dê mezin û berdewam bibe.”
Piştre hubermendên TEV-ÇAND’ê Hozan Şemdîn, Peyman Arjîn, Zozan Zûdem û Koma Govendê derketin ser dikê. Kurdistaniyan di dema bernameya muzîkê de bi dirûşmeyên “Bijî PKK” û “Bijî Serok Apo” govend gerandin û damezrandina PKK’ê pîroz kirin.
BIELEFELD
Gekek Kurdistanî beşdarî şahiya li bajarê Elmanyayê Bielefeldê bûn. Şahî bi rêzgirtina ji bo bîranînên Şehîdên Azadiya Kurdistanê dest pê kir.
Hevseroka Meclîsa Gelê Kurd a Demokratîk a Bielefeldê Sîbel Yaylagul axivî û wiha goıt: “Salvegera damezrandina PKK’ê di şexsê Şehîd Hakî Karer û Sarayê de, li hemû şehîdên me û gelê me pîroz be. Ji Şehîd Sara heta Şehîd Hakî Karer, ez bejna xwe bi minet û rêzdarî li ber hemû şehîdên me yên qehreman ku di vê têkoşînê de canê xwe ji dest dane, ditewînim. Em soz didin ku em ê bi vî ruhî şoreşa xwe bigihînin serkeftinê. Ji xeynî PKK’ê, ne tenê li Kurdistanê li tu derê dinyayê, rola jinan a di nav partiyan de ji hebûna fîzîkî wêdetir neçûye. Dema ku Rêber Apo dît ku jin di nav civakê de wekî zayenda duyem tên dîtin, bi awayekî herî radîkal li dijî vê yekê derket û ji bo jinan qadeke têkoşînê ya xwebûnê ava kir. Loma ev roj bi qasî roja gelê Kurd e ewqas jî roja jina Kurd e. Rêbertî bi paradîgmaya azadiyê gotiye ‘xilaskirina jinê xilaskirina civakê ye’ û bi vî awayî pirsgirêka jinan daye pêşiya xwe. Têkoşîna me bi hevrêya me Sakîne Cansizê dest pê kir û bû partiya jinan. Em jî soz didin ku em ê bi hêz, bawerî û tecrubeya zehmet a ku em ji dîroka vê têkoşînê digirin, têkoşîna xwe bigihînin serkeftinê û em ê paradîgmaya ekolojîk û li ser esasê azadiya jinan ava bikin û binecihtir bikin.
Bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinan a Navneteweyî, ez her cure ast û awayê serdestiya mêrane şermezar dikim. Ez bawer dikim ku em ê bi hêzkirina têkoşîna li dijî şîdeta li ser jinan, têkoşîna azadiyê bihêztir bikin. Em ji hemû gavan biryardar in ku em ê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dabîn bikin, êrîşên qirkirinê têk bibin û Kurdistana Azad ava bikin û li Kurdistana azad jina azad û jiyana azad pêş bixin.”
PERO DUNDAR: FELSEFEYA RÊBER APO BÛ JIYANA GELAN
Pero Dundar li ser navê TJK-E’yê beşdarî şahiyê bû û got: “Ez silavên xwe ji rêhevalên me yên ku li zindan û serê çiyayan li ber xwe didin dişînim û li ber wan bejna xwe bi rêzdarî ditewînim. PKK sala xwe ya 46’emîn li dû xwe hişt û dikeve sala xwe ya 47’emîn a têkoşînê. Me hemûyan dît ku çar nifşan xwe di nava vê têkoşînê da dît. Loma em nikarin PKK’ê bi qadek an jî mekanekê re sînordar bikin. PKK Başûr e, Rojava ye, Bakur e, Rojhilat e, Şengal e, Mexmûr e. Ewropa parçeyê 5’emîn ê Kurdistanê ye; em xwe wisa dibînin, ji ber ku îro bi mîlyonan Kurd li Ewropa û dîasporayê dijîn. Ji ber ku Kurdan ji ber zilm û zextê koçî vê derê kirine û li vir bi cih bûne. Loma her qad ji bo me qadeke têkoşînê ye. Yê ku PKK afirandî Rêber Apo ye. Niha dîroka me li Girava Îmraliyê didome. Lê çawa didome? Di bin tecrîdeke giran de didome. Fikrîyat û felsefeya Rêber Apo îro li hemû cîhanê belav bûye û bûye çîroka gelan, çîroka jinan û çîroka zarokan.”
Di şahiyê de gelek caran dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “PKK gel e, gel li vir e”, “Bijî berxwedana gerîla” û “Bê Serok jiyan nabe” hatin berzkirin û girseyê bi stranên hunermend Stranbêj Berbang Hilat, Rêber Serhad û Hozan Amed govend gerand.
STRASBURG
46’emîn salvegera Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) li bajarê Strasburg ê Fransayê hat pîrozkirin. Salon bi wêneyên damezrînerên PKK'ê û alên PKK'ê hat xemilandin û pankartên daxwaza azadiya Rêber Apo dikin hatin daliqandin.
Pîrozbahiya ku ji hêla Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Strasburgê (DKTM-S) ve hate organîzekirin, bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên azadiya Kurdistanê dest pê kir.
Piştî deqeyek rêzgirtinê sînevîzyona li ser damezrandina PKK'ê hatibû amadekirin hat pêşandan. Di pîrozbahiyê de dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Jin, Jiyan, Azadî" û "Bijî berxwedana PKK’ê" hatin berzkirin.
Li ser navê DKTM-Strasburgê Fîkret Çelîk axivî û diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker 46 sal in dibêje “PKK qediya, wê biqede” û anî ziman ku PKK gav bi gav mezin dibe. Fîkret Çelîk destnîşan kir ku PKK ne tenê ji bo gelê Kurdistanê, ji bo hemû gelên bindest bûye hêvî. Di berdewamiya axaftina xwe de Fîkret Çelîk bal kişand ser pirsgirêkên ku modernîteya kapîtalîst afirandiye û got: "Nijadperestî, şer, birçîbûn, xizanî, qetilkirina jinan û zarokan, qirkirina ekolojîk her ku diçe kûrtir dibe."
Fîkret Çelîk anî ziman ku Rêber Apo li dijî xitimandina modernîteya kapîtalîst rêya 3’emîn pêşniyar kiriye û wiha domand: “Rêya 3’yemîn tê wateya Konfederalîzma Demokratîk. Konfederalîzma Demokratîk a ku ji aliyê Rêberê me ve hatiye pêşxistin, li ser bingeha jiyana azad û wekhev a jin, ekolojîk, gel û baweriyan pêk tê. Ev paradîgma ji bo hemû gelên bindest bûye jiyana alternatîf a li dijî modernîteya kapîtalîst.”
Li ser navê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Strasburgê Roşna Çewlîg axivî. Çewlîg anî ziman ku PKK hêza avakirina civaka ekolojîk, demokratîk, azadîxwaziya jinê, komunal e û got: “PKK navê jiyana azad, rûmetê ye. Em li dora PKK'ê bibin xelek û jiyana azad û bi rûmet ava bikin. Banga me ji jinan re ew e ku li ser felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ya ku Rêber Apo afirandiye xwe bi rêxistin bikin.”
Hunermend Bengî Agirî, Kenan Mûnzûr, Bêrî Aktay û Sîdar Amedî derketin ser dikê û stran gotin. Pîrozbahî bi gerandina govendê bi dawî bû.
MARBURG
46’emîn salvegera PKK'ê li bajarê Marbug ê Elmanyayê hat pîrozkirin. NAV-DEM a Giessenê bi boneya 46’emîn salvegera Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) bi beşdariya sedan Kurdistanî pîrozbahî li dar xist.
Salona pîrozbahiyê bi wêneyên Rêber Apo û kesên di têkoşîna azadiyê de şehîd bûne hatin hat xemilandin û bi pankartên hatin daliqandin 46’emîn salvegera damezrandina PKK'ê pîroz kirin.
Pîrozbahî bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir û piştre Hevseroka axivî û got: “Em 46’emîn salvegera Tevgera Azadiya Kurd pîroz dikin û vîna şoreşgerî ya ku di şexsê Rêber Apo de derketiye holê silav dikin. Em şehîdên xwe yên ku bi can û xwîna xwe ev dîrok afirandin, bi hezkirin, minetdarî û dilsoziyeke mezin bi bîr tînin û bi rêzdarî li ber bîranîna wan bejna xwe ditewînin.”
Di pîrozbahiyê de hunermend Bermal Çem, Govenda Esteriya Mazlûm Amara û hunermendên girêdayî Navenda Civaka Demokratîk a Kurd derketin ser dikê.
Pîrozbahî bi dirûşmeyên "Bijî Partiya Karkerên Kurdistan", "Bijî Serok Apo" û "Jin, Jiyan, Azadî" bi coş bi dawî bû.
DUISBURG
Di çarçoveya pîrozbahiyên 46’emîn salvegera damezrandina PKK'ê de bi pêşengiya Meclîsa Gel, li bajarê Duisburg ê Elmanyayê şahiyek hat lidarxistin. Gelek Kurdistanî beşdarî pîrozbahiyê bûn. Salona pîrozbahiyê bi alên PKK'ê û wêneyên Rêber Apo xemilandin. Piştî deqeyek rêzgirtinê Koma Agirê Rojê derket ser dikê.
Piştî konsera muzîkê siyasetmedarê Kurd Kemal Aktaş axaftinek kir. Aktaş ev tişt anî ziman: “Ya ku îro me digihîne hev hêza PKK’ê ye. PKK di dîroka gelê Kurd de zemîneke nû ava kir û bû hêza yekane. Gelê Kurd çawa ku heta niha xwedî li PKK’ê derketiye, wê hem PKK’ê û hem jî Rêbertiya xwe biparêze. 27'ê Mijdarê ji bo gelê Kurd rojeke gelekî girîng e. Em Rêberê xwe yê ku ev roj diyarî me kiriye bi rêzdarî silav dikin û şehîdên xwe bi minetdarî bi bîr tînin. PKK rastiyeke berxwedana mezin a bi hezaran lehengên ku navê wan nehate zanîn e. Bi îradeya xurt a Rêbertiya me û ruhê berxwedanê yê gelê me wê ev hemû planên qirêj bên pûçkirin. Em ji bo bidestxistina azadiya xwe li vir in."
Piştre hunermend Zinar Sozdar, Mûrat Yapiştiran, Seyda Perînçek û hunermendên herêmî derketin ser dikê. Pîrozbahî bi dirûşmên "Bijî Serok Apo", "PKK gel e gel li vir e", "Bijî berxwedana gerîla" û "Bê Serok jiyan nabe" hatin berzkirin û bi tilîliyan bi dawî bû.
MARSILYA
46’emîn salvegera damezrandina PKK'ê li bajarê Marsilya yê Fransayê bi dirûşmeya "Cejna Vejînê Pîroz Be" bi coş hat pîrozkirin. Pîrozbahî li salona dawetê ya Espèce Arena pêk hat û bi pêşandana sînevîzyonê dest pê kir. Salona çalakiyê bi posterê mezin ê Rêber Apo û wêneyên damezrînerên PKK'ê Sakîne Cansiz, Mazlûm Dogan, Mehmet Hayrî Durmuş û Kemal Pîr hat xemilandin.
Di pîrozbahiyê de axaftin hatin kirin û hat diyarkirin ku ji bo azadiya Rêber Apo wê têkoşîn bidome.
Meclîsa Jinan a Arîn Mîrkan, Heyva Sor û Komeleya Çanda Kurd a Marsîlyayê jî bi vekirina standê beşdarî çalakiyê bûn. Li standên ku li salonê hatin vekirin de tiştên li ser çanda Kurdan hatin pêşandan.
Pîrozbahî bi berzkirina dirûşmeyên bi coş bi dawî bû.