Gerîla TV dîmenê çalakiya Deriyê Berojê weşand
Gerîla TV, dîmenê çalakiya gerîlayên HPG'ê ku li 2 girên li mintiqa Deriyê Beroj a li herêma Besta ya Şirnexê pêk anîn, weşand.
Gerîla TV, dîmenê çalakiya gerîlayên HPG'ê ku li 2 girên li mintiqa Deriyê Beroj a li herêma Besta ya Şirnexê pêk anîn, weşand.
Gerîlayên HPG'ê, bi wesîleya salvegera 33'an a Pêngava 15'ê Tebaxê, li Şirnexê dest bi pêngava şoreşgerî ya bi navê Şehîd Serdem-Şehîd Nûdem kiribûn. Di çarçoveya pêngavê de roja 16'ê tebaxê li mintiqa Deriyê Beroj a li herêma Besta ya Şirnexê, çalakî li dijî leşkerên Tirk kiribûn.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser vê çalakiyê ev agahî dabû:
"Hêzên me bi wesîleya salvegera 33’emîn a Pêngava 15’ê Tebaxê li Şirnexê bi navê Şehîd Serdem û Şehîd Nûdem pêngaveke şoreşgerî dane destpêkirin.
Hêzên me di çarçoveya pêngavê de roja 16'ê Tebaxê saet di 06.00’an de li qada Bestayê li Deriyê Beroj artêşa dagirker a Komara Tirkiyeyê yên li 2 giran bi cih bûne, kirine hedef. Hêzên me ji nêz ve li van her 2 giran dane û hêzên me gir xistine bin kontrola xwe. Li vî girî bi qasî ku hatiye zelalkirin 6 leşkerên dijmin hatine kuştin.
Hêzên me li vî girî çekeke sûîqestê ya Bora û dûrbîn û şarjorên vê çekê, BKC’yek û gelek guleyên wê, RPG-7’ek, HK-33’ek (Melez), dûrbîneke termal, bombeyeke destan, êlegekî pola û gelek malzeme bi dest xistine. 2 çekên HK-33 jî hatine îmhakirin.
Hêzên me li girê 2’emîn jî dane, lê li vê derê hejmara leşkerên mirî û birîndar nehatine zelalkirin.
Hêzên me bi awayekî hemwext li qereqolên Navyana Şêxa û Çiyayê Nimêja jî dane. Di vê çalakiyê de hejmara leşkerên mirî û birîndar ên dijmin nehatine zelalkirin."