BI DÎMEN

Li Edinbûrgê Cejna Vejînê hat pîrozkirin

Li Skoçyayê Kurdistanî û dostên wan ji bo pîrozkirina Cejna Vejînê hatin ba hev. Di pîrozbahiya bi coş de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, banga mezinkirina têkoşînê hat kirin.

Cejna Vejînê li bajarê Edînbûrgê yê Brîtanyayê hate pîrozkirin. Kurdistanî û dostên wan ên li avahiya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Edînbûrghê (DKTM) hatin ba hev, bi pêşengiya Meclîsa Gelê Kurd a Skoçyayê salvegera 46'an a damezrandina PKK'ê pîroz kirin. Pîrozbahî bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo kesên di têkoşîna şoreşgerî de şehîd bûne destpê kir.

'AZADIYA FIZÎKÎ YA RÊBER APO WÊ WERE MÎSOGERKIRIN'

Piştre Heval Dara axivî û bal kişand ser guhertin û veguhertina ji aliyê PKK'ê ve hatiye kirin û destnîşan kir ku ne tenê ji bo Kurdan ji bo tevahiya Rojhilata Navîn hêvî heye. Heval Dara yê ku Rêber Apo silav kir wisa got, "Çawa ku em salvegera 46'an a Cejna Vejînê pîroz dikin, em destnîşan dikin ku dîlgirtina Rêber Apo êdî nayê qebûlkirin û em soz didin ku ji bo azadiya wî têbikoşin."

Di axaftina li ser navê Kongreya Civakên Demokratîk ên Kurdistaniyên Ewropayê (KCDK-E) de 46’emîn salvegera PKK'ê hat pîrozkirin û hat destnîşankirin ku di sala 47’emîn a têkoşînê de wê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo were misogerkirin. Di axaftinan de têkoşîna azadiyê ya jinê ya ji aliyê PKK'ê ve hatiye meşandin hat bibîr xistin û hat destnîşankirin ku li Rojhilata Navîn tovên azadiyê hatine çandin. Di axaftinê de banga mezinkirina têkoşînê hat kirin.

Di pîrozbahiyê de piştî nîşandana sînevziyonê helbest hatin xwendin û bi konsera muzîkê ya koma Rengê Welat bi gerandina govendê, bi dawî bû.