Kakayî: PDK nahêle Iraq êrîşên dewleta Tirk bixe rojeva Neteweyên Yekbûyî -2

Hejar Kakayî bal kişand ser hevkariya PDK’ê ya li gel sûcên Tirkiye û got: “PDK rê nade ku Iraq li dijî Tirkiye li qada navneteweyî bikeve nava tevgerê."

Dewleta Tirk a dagirker di van du salên dawî de li Başûrê Kurdistanê û taybet Herêmên Parastina Medyayê û li ser axa Iraqê êrîşên dagirkeriyê dane destpêkirin. Di van êrîşan de ji çekên giran bigire heta çekên qedexe yên mîna bombeyên taktîk nûklere, termoborîk û dîsa gazên kîmyewî û jehrî li van herêman bikar tîne. PDK a li gel Tirkiye di nava hevkariyê de ye rê nade ku lêkolîn li van herêman bê kirin.

Pisporê hiqûqa navneteweyî û parêzer Hejar Nûredîn Kakeyî di beşa duyemîn a hevpeyvîna xwe ya li gel ANF’ê de bal kişand ser bikaranîna çekên kîmyewî ya ji aliyê dewleta Tirk ye ve, hevkariya sûcên şer ên PDK’ê ya li gel Tirkiye, bêdengî û çavgitina welatên Ewropa û saziyên navneteweyî ya li ber van kiryarên dewleta Tirk a dagirker.

‘TIRKIYE HEWL DIDE DOSYAYA KOMKUJIYA PEREX BINIXÛMÎNE’

Kakayî bal kişand ser êrîşên artêşa Tirk a li ser xaka Başûrê Kurdistanê û Iraqê û bi taybet êrîşa 20’ê Tîrmeha 2022’an a li ser Seyrangeha Perex a li Zaxoyê got: “Dema artêşa Tirk Seyrangeha Perex a Zaxo geştyarên Iraqî bombe kir, li Iraqê nerazîbûneke zêde ya gel pêk hat. PDK a li Başûrê Kurdistanê desthilate û di avakirina hikûmeta Iraqê de jî hevkar bû, kete bin zextê ku divê zextê bike li ser Tirkiye û dosyaya komkujiyê bigihe ber destê Meclîsa Ewlehiya Navneteweyî. Ji bo ji vê zextê derkeve Tirkiye kete nava hewldanan tenezûlî hikûmeta Iraq kir ku ser bûyerê bê nixûmandin.”

‘PDK RÊ NADE IRAQ DIJÎ TIRKIYE DOSYA BIBE NETEWEYÊN YEKBÛYÎ’

Têkildarî hevkarî û nêzîkatiya PDK’ê ya li gel Tirkiye jî Pisporê hiqûqa navneteweyî û parêzer Hejar Nûredîn Kakeyî ev nirxandin kir: “PDK li bin serweriya Erdogan de li Başûrê Kurdistanê siyasetê dike. Ev yek metirsiyeke mezin e li ser Başûrê Kurdistanê. PDK rê li hikûmeta Iraqê digire ku dosya li dijî dewleta Tirk bibe neteweyên Yekbûyî. Wezîrê Derve yê Iraqê ser bi PDK’ê ye vê jî wisa kiriye ku qenet bi hikûmeta Iraqê bê anîn ku şerê tê kirin ne li dijî gelê Kurd dijî PKK’ê ye. Em hemû dizanin şerê diqewime li dijî gelê Kurd û her çar parçeyane.”

‘BERJEWENDIYAN WISA KIRIYE ÇAVÊ XWE LI SÛCÊN DIJÎ GELÊ KURD TÊ KIRIN BIGIRIN’

Kakayî bal kişand ser bêdengiya hêzên li ber sûcên şer ên dewleta Tirk a dagirker çavê xwe digirin û wiha domand: “Erdogan û Baxçelî ti demê ne veşartine ku dijî hemû gelê Kurd in. Ji ber wê hincetên ku sînor diparêzin pûç û vala ne. Emrîka û Rûsya jî fam kirin ku hikûmeta Tirkiye hewl dide gelê Kurd tine bike, ya tê gotin tenê hincetên vala ne. Berjewendiyên van welatan wisa kiriye ku çavê xwe li sûcên şer ên li dijî gelê Kurd tên kirin, bigirin. Dema em li dîrokê dinêrin heta roja îro wisa bûye. Bi xwe jî bûne beşek ji hevkar û ev sûc kirine.”

PEYMANÊN QEDEXEKIRINA ÇEKÊN KÎMYEWÎ

Li ser bikaranîna çekên qedexe ya ji aliyê dewleta Tirk a dagirker a li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê ve jî Kakayî ev nirxandin kir: “Gelek peymanên qedexekirina çekên kîmyewî ya di qada navneteweyî de hene. Yekem ya herî kevin sala 1919’an peymana Fersa ku di nava welatan de hate îmzekirin ku yek ji xalên vê peymanê qedexekirina çekên qedexe bû. Di Peymana Swîsre ku sala 1925’an hete îmzekirin biryarek qedexekirina çekên kîmyewî bû. Di Peymana Cenevre ya sala 1949’an de jî qedexeya çekên kîmyewî hebû. Di sala 1993’an welatên cîhanê careke din peyaman li ser qedexeya çekên kîmyewî îmze kirin. Tirkiye, Iraq û Sûriye jî ev peyman îmze kirine. 

‘HIQÛQ PÊK NAYÊ JI BO WÊ ÇAVÊ XWE LI BIKARANÎNA ÇEKÊN QEDEXE DIGIRIN’

Divê ew aliyên ku ev peyman îmze kirine, li gorî peymanê tevger nekin, li gorî hiqûqa sûcên şer nêzîkatî li gel bê kirin. Mixabin ji ber li gorî hiqûqê û peymanên hatine îmzekirin, kar nayê kirin, ji bo wê ye niha çavê xwe li çekên kîmyewî ya ji aliyê dewleta Tirk ve tên bikaranîn digirin.”

‘PDK NAHÊLE LÊKOLÎN LI SÛCÊN TIRKIYE BÊ KIRIN; DIBE HEVKARÊ SÛC’

Pisporê hiqûqa navneteweyî û parêzer Hejar Nûredîn Kakeyî diyar kir ku hikûmeta Herêma Kurdistanê û PDK rê li lêkolînkirina deverên ku dewleta Tirk çekên qedexe lê bikaranî digire. Kakayî anî ziman ku şandeyên pisporê çekên kîmyewî hatin ji bo li van herêman lêkolîn bikin, lê PDKê rê neda biçin van herêman ev yek jî metirsiyeke din a mezin e û got: “Ev a PDK dike diminahî ye. PDK dibe hevkarê sûcê Tirkiye. Ji ber ku ew kesên pispor di warê sûcên bikaranîna çekên kîmyewî de kêm in, ji bo wê divê ev sûcê bên belgekirin. Divê gerîla dîmen û belgeyên bikaranîna çekên kîmyewî herî zû bigihîne navendên cîhanî. Dewleta Tirkiye di êrîşên li ser Rojava de jî çekên kîmyewî bikar anîbû.”

Kakayî rexne li OPC kir ku wan gelek kar li ser bikaranîna çekên kîmyewî ya ji aliyê dewleta Tirkye ve li Başûr û Rojava kir, lê her carê karê wan ji aliyê vê saziyê ve karê wan hatiye betalkirin û dosyaya wan hatiye daxistin. 

Herî dawî Kakayî bang li sazî û partiyên Kurdî kir û got: “Hêvî dikim ku partî û saziyên Kurdî dev ji fikra partî û sazîtiyê berde, metirsiyên heyî bibînin. Divê ders ji partî û saziyên berê bên girtin. Niha li ser yek xeta Kurdbûnê li dijî êrîşên li ser Kurdistanê bisekinin.”