Kakeyî: Divê hêzên Kurd li dijî êrîşan bibin yek -1

Pisporê hiqûqa navneteweyî Hejar Nûredîn Kakeyî diyar kir ku metirsiyên mezin li ser destketiyên li Başûrê Kurdistanê hene, dibe ku bi şev û rojekê ji dest biçin û got, "Divê hêzên Kurdî bibin yek."

Pisporê hiqûqa navneteweyî û parêzer Hejar Nûredîn Kakeyî nakokiyên hêzên Kurdî, binpêkirinên serweriya Iraqê û Sûriye ya ji aliyê dewletên Tirk û Îranê ve û dîsa sûcên şer ên li dijî Kurd, metirsiyên dagirkeriyê ya li ser herêma Kurdistanê ji ANF’ê re nirxand.

'ÎRAN Û TIRKIYE KRÎZÊN XWE BIRIYE DERVE'

Kakeyî destnîşan kir ku Îran û Tirkiye li nava xwe ketine nava kîrz û nakokiyan ji bo wê li Rojhilatê Kurdistan û Îranê bi dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ beşek mezin a Rojhilat û Îranê ji bin kontrola hikûmeta Îranê derketiye û ketiye destê şoreşgeran. Kakeyî anî ziman ku li Tırkiye jî hikûmeta AKP/MHP’ê ketiye nava krîzên kûr û ber bi hilbijartinê ve diçe û got: “Li gorî dane û dengoyên derdikevin bi berbiçav tê dîtin ku dengê wê kêm bûye. Tirkiye û Îran ji bo vê krîza xwe nede nîşandan, hewl dide krîzên xwe bibe ji bo derve.”

‘JI BO LI DESTHILATÊ BIMÎNE ŞER GEŞ DIKE’

Parêzer Hejar Nûredîn Kakeyî li ser şerê bi pêşengtiya Erdogan a li ser gelê Kurd jî wiha domand: “Erdogan bi şerê taybet hewl dide ku bala gel li ser krîzên Tirkiye bide alî, ji bo di hilbijartinê de têk neçe, ji bo li desthilatê bimîne dixwaze rewşa awarte ragihîne ku dijî gelê Kurd şer bike.”

‘DIJMIN BI HEV RE NE, KURD NAKOK IN’

Kakeyî destnîşan kir ku dema mirov li rewşê binêre dibîne ku dijminên gelê Kurd li gel hev û di heman çeperê de ne û got: “Yên ne li hev hêzên Kurd in. Ha ji metirsiyên dijminên gelê Kurd nîne ku taybet metirsî li ser Başûr e. Li gorî min wisa dixuyê ku pêngaveke dagirkeriyê ya siyasî û leşkerî li ser Başûrê Kurdistanê bikeve meryetê.”

‘DIBE DESTKEFTIYÊN BAŞÛR JI DEST BIÇIN’

Li ser lihevkirin û pîlanên dijminên Kurd Parêzer Kakeyî ev nirxandin kir: “A balkêş û mixabinî ye, hikûmeta Başûrê Kurdistanê vê rastiyê nabîne û fam nake. Dibe ku ev destkeftî di nava şev û rojekê de ji dest biçe. Nimûneya vê jî 16’ê Cotmeha 2017’an ku di nava 24 saetan de nîvê xaka Başûrê Kurdistanê ji dest çû, kete destê hêzên Iraqî. Eger ku Tirkiye, Îran û Iraq lihev bike, metirsiyeke mezin dikeve ser destkeftiyên heyî hemû ji dest biçe. Divê hêzên siyasî van nakokiyan bidin alî û di çarçoveya neteweî de kar bikin ji bo çar parçeyên Kurdistanê.

‘JI BO DIJMIN FERQA KURDAN NÎNE, DIVÊ KURD JÎ VÊ FERQÊ NEKE’

Divê demê de divê hêzên Kurdî li her çar parçeyên Kurdistanê li dijî êrîşên Tirkiye ya li ser Rojava, Başûr û dîsa êrîşên Îran ên li ser Başûr û dîsa li ser şoreşgerên li Rojhilat hebin. Bi vê yekê bikarin zextê li wan bikin ku metirsiyên li ser gelê Kurd kêm bike. Çawa dijmin cudahî naxe nava Kurdan, divê Kurd jî bi heman rengî bê cêwazî kar bikin. Divê li dijî êrîşan yekgirtî bin.”

‘IRAQ DIKARE BI RÊYA NY ZEXTÊ LI TIRKIYE BIKE’

Pisporê hiqûqa havneteweyî û parêzer Hejar Nûredîn Kakeyî destnîşan kir ku Serokkomar, Serokwezîr û gelek parlementerên Kurd hene li Bexda dikarin bi rêya Neteweyên Yekbûyî zextê li Tirkiye û Îranê bikin ku sînorek ji bo êrîşên wan re dane û ev anî ziman: “Mixabin Rûsya û Emerîka li Rojavayê Kurdistanê bêdeng in li ber êrîşan û destdirêjiya Tirkiya ya li ser Rêveberiya Xweser a Rojava. Li gel bê helwestiyê jî dibe ku hinek car Emerîka çiraya kesk ji bo êrîşên Tırkiye ya li ser Rojava bide.”

‘SERWERIYA IRAQ Û SÛRIYE NEMAYE’

Li ser binpêkirina sînorên welatan a ji bo cîranê xwe di warê hiqûqa navneteweyî de Kakeyî got: “Li gorî peymanên navneteweyî mafê ti welatekê nîne sînorê welatê cîran derbas bike ji bo şer. Lê mixabin ji ber serweriya Iraq û Sûriye weke dewlet nemaye, dibînin bê navber balafirên şer li esmanên herdu welatan digerin û êrîşan dikin li Iraq û Sûriye.”

‘TIRKIYE SÛCÊ ŞER DIKE’

Li ser sûcên şer ên dewleta Tirk a dagirker jî Pisporê hiqûqa havneteweyî û parêzer Hejar Nûredîn Kakeyî ev nirxandin kir: “Balafirên şer ên Tirkiye bê navber jîngehên sivîlan bombe dike. Ev yek sûcê li qada navneteweyî sûcê şer e. Li Rojavayê Kurdistanê nexweşxane hate bombekirin. Eger ku ev êrîş û sûcên Tirkiye bê belgekirin, ji bo Meclîsa Asayîşa Navnetweyî bê şandin, li gorî karnameya navneteweyî û peymana Cenevreyê, peymanên welatan ên li ser sûcên şer, ew a Tirkiye dike sûcên şer e.”