Ji ‘Fîşeka pêşîn’ heta ‘Cenga Heftanînê’ gerîlayên Kurd

Ji ‘Fîşeka pêşîn’ heta ‘Cenga Heftanînê’ di warê geşbûna gerîlatiya Kurdan de, hin bandorên sereke hene. Di bingeha vî tiştî de bêguman egîdbûna Kurdan heye ku di şer de têk naçe.

Em di salvegera 36’emîn a şerê gerîlayê de ya ku PKK’ê di 15’ê Tebaxa 1984’an de dest pê kiribû. Kurd 36 sal in li dijî serweriya mêtinger û qirker a dewleta Tirk bi pêşengiya PKK’ê şerekî azadiyê dikin. PKK 15’ê Tebaxa 1984’an wekî mîladekê dinirxîne û wekî destpêka dîroka azadiya Kurdan dibîne. Ji ber vê jî bi qasî ‘Roja gerîlayan’ e di heman demê de dibe ‘Cejna Berxwedan û Vejînê ya Neteweyî’.

Niha jî li her derê Kurd vê cejnê pîroz dikin.Civîn tê kirin, çalakiyên girseyî tên kirin, diçin ser goristanan, çalakî tên lidarxistin, xwepêşandanên fermî û çandî tên kirin. Li ser vî esasî bi pîrozkirina Cejna Azadiyê ya Sî û Heftemîn ango bi pîrozkirina Cejna Berxwedan û Vejînê ya Neteweyî, em dikevin sala 37’emîn. Li ser vî esasî ji aliyekî ve coşa pêvajoya 36 sal berê tê jiyîn û ji aliyê din ve jî li ser xera Berxwedan û Serfiraziyê ya 15’ê Tebaxê nûkirinek pêk te û ji bo sala 37’emîn a pêngavê jî amadekarî tê kirin.

Zanyar ji çalakiyên gerîlayan ên li Dihê û Şemzînanê yên di 15’ê Tebaxa 1984’an de dibêjn ‘Fîşeka pêşîn’. Ango fîşeka pêşîn ku Kurdan ji bo azadiya xwe bera koletiyê dane, çalakiyên pêşîn in ku gerîlayan di 15’ê Tebaxa 1984’an de li Dihê û Şemzînanê li dijî serweriya dewleta Tirk kirine. ji 15’ê Tebaxa 1984’an heta îro 36 sal in gerîlayên Kurd li dijî serweriya dewleta Tirk a mêtinger û qirker çalakiyan li dar dixin. Bîlançoya ev çalakiyên ku hejmar û encama wan baş nayê zanîn, belkî di warê dîroka mirovayetiyê de rekoreke şer e.

Di salvegera 36’emîn a Pêngava 15’ê Tebaxa 1984’an şerê gerîla îro li qada Heftanînê zêdetir bûye. Ji Heftanînê heta Serhedê, ji Xakurkê heta Efrînê îro li her çar parçeyê Kurdistanê li her qadê çalakiyên gerîlayan hene. Ev şerê azadî û demokrasiyê ji çiyayan ber bi bajaran, ji Kurdistanê gav bi gav ber bi Tirkiyeyê berfireh dibe.Gerîlayên Azadiya Kurdistanê yên ku di 15’ê Tebaxa 1984’an de li Dihê û Şemzînanê komek bûn, îro li li her dera Kurdistan û Tirkiyeyê ji hezaran tîm û koman pêk tên.

Piştî ku Iraq ji Îngîltereyê vediqete û tena serê xwe dibe dewlet, ‘Operasyona derveyî sînor’ a ku dewleta Tirk cara pêşîn li dar dixe, di 25’ê Gulana 1983’an de li dora Çemê Xabûrê ya Rojhilatê Heftanînê tê kirin. Gerîlayên Kurd di bin berpirsyariya Fermandarê Nemir ê gerîlayan ê 15’ê Tebaxê Mahsûm Korkmaz de li Heftanînê li hemberî vê êrîşê li ber xwe didin. Niha jî di sala 36’emîn de artêşa Tirk ji bo Heftanînê dagir bike, êrîşan dike. Gerîlayên Kurd ê di bin fermandariya manewî ya Mahsûm Korkmaz de li hemberî vê êrîşa dagirker Heftanînê diparêze û şer dike. Hedef û asta wê guherîbe jî, şer li cihê ku dest pê kiriye, didome.

Gerîlayên Kurd ên ku 37 sal berê li Xakurkê û Heftanînê çeper çêkirin û şerê azadiyê dan destpêkirin,hejmara wan herî zêde du sed sê sed kes bûn. 36 sal şûnde îro çil hezar şehîdên gerîlayan hene. Hêza şervan a çalak bi deh hezaran e, tevî yên cîgir dibe sed hezar. Bi vî awayî hêzeke xweparastinê û bi tecrube derdikeve holê ya ku ji bo hebûn û azadiya Kurdan şer dike. Yek ji encama herî girîng a Pêngava Şoreşger a 15’ê Tebaxê ya 36 salan ev e. Divê mirov vî tiştî ji fikra azadî û baweriya wê, ji çanda jiyana azad a li ser xeta azadiya jinan cihê nenirxîne.

Fermandarê serkefti yê çalakiya Dihê Mahsûm Korkmaz (Egîd) ê ku Pêngava Gerîlayan a 15’ê Tebaxê sembolîze dike, di salvegera duyemîn a pêngavê de di 28’ê Adara 1986’an de li Çiyayê Gabarê di şer de şehîd dibe. Di 34 salan de, hejmara Egîd û Mahsûmên şehîd ketine, têra artêşeke gerîlayan dike. Îro li eniyên şer bi hezaran Egîd û Mahsûm şer dikin, ev jî diyar dike ku gelekî ku bûye Egîd û artêşeke berxwedanê derketiye holê.

Mirov dikare heman tiştî ji bo Zîlanbûn, Bêrîvanbûn û Bêrîtanbûnê jî bibêje. Zîlan a ku milîtana fedaî ya Pêngava 15’ê Tebaxê ye, di heman demê de berxwedana gerîlayan aniye asta çalakiya fedaî. Li ser xeteke wisa gerîlatiya jinan û xweparastina wê jî derketiye holê. Îro bi sedan şehîd Zîlan û bi hezaran Zîlana hene ku şer dikin. Eşkere li holê ye ku civaka jinan a bûyî Zîlan û artêşeke berxwedanê ya fedaî heye. Li ser vî esasî şoreşa herî mezin û watedar a dîrokê de Şoreşa Azadiya Jinan e, geş dibe û li dinyayê belav dibe.

Ji ‘Fîşeka pêşîn’ heta ‘Cenga Heftanînê’ di warê geşbûna gerîlatiya Kurdan de, hin bandorên sereke hene. Di bingeha vî tiştî de bêguman egîdbûna Kurdan heye ku di şer de têk naçe. Gerîlatiya Kurdan heta pêşmergetiya dawîn xwe dispêre serhildêrî û berxwedana Kurdan. Ji aliyekî ve jî ji tecrubeya şerê gerîla yê gelan jî hêzê werdigire. Ji aliyekî ve jî li ser tecrubeya gerîlatiya Mahîr Çayan, Denîz Gezmîş û Îbrahîm Kaypakkaya jî dimeşe. Ji aliyekî ve jî xeta gerîlatiya Filîstin û Ereban jî qebûl dike. Dersên ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji van tiştan derxistiye, rê nîşanî şerê gerîla dide. Mirov bala xwe bidiyê, bi qasî ku neteweyî ye, danheveke gerîlayan a global jî li Kurdistanê tê avakirin.

Mirov bi çavê biryargeha Tirkan li meseleyê binihêre jî wê baş be. Cûntaya Kenan Evren ji bo ‘Fîşeka pêşîn’ gotibû, ‘Ew ê heta 48 saetan biqedin’ . Li ser vî esasî ‘Operasyona Guneş’ a ku hatibû destpêkirin, ji ber ku bi ser neketibû derxistibûn 72 saetan, dîsa jî bi ser neketin û hate jibîrkirin. Piştre bi gotinên wekî ‘Keleş, eşqiya, terorîst, xayîn, kujerên zarokan’ hemû xerabî li wan hate kirin. Di nîveka pêşîn a salên 1990’î de ev rewş wekî ‘Yan wê biqedin yan jî wê biqedin’ hate îfadekirin. Ji ber vê jî 4 hezar gund hatin şewitandin, 4 milyon Kurdan koçî metrepolên Tirkan û cihanê kirin. Niha jî faşîzma Erdogan, Bahçelî û Soylû heman gotinê dubare dikin. Kirinên faşîst ên giran jî bi zalimane tê kirin.

Bi kurtasî 36 sal in kesên li ser Tirkiyeyê dibin desthilatdar, şefê faşîst ê cûntaya Kenan Evren kêm zêde dubare dikin. Jixwe di warê feraset, polîtîka û tarzê de jî xwe dispêrin wî. Ligel ku gelek caran têk çûne jî her carê feraset û polîtîkaya xwe domandine. Gelekî zelal e ku ev şer ji bo dewleta Tirk jî dibistaneke polîtîkayê ye. Artêşa Tirk jî di şer de xwe perwerde kiriye û bûye artêşa şerê taybet. Rêveberiya Tayyip Erdogan ev artêş ji hev belav kiribe jî, wî jî li ser xeta çetetiyê artêşeke kontgerîlla ya faşîst ava kiriye. Niha bi vê artêşa çeteyan a ku ji Îdlîbê heta Xakurkê û heta Lîbyayê bi cih kiriye, şerekî taybet dimeşîne û dixwaze polîtîkayên herêmê beralî bike.

Di encamê de, ew çiqasî hêzeke leşkerî be jî, wekî artêşên bi pergal ne hêzeke leşkerî ya sabît e, berevajî wê gerîlayên Kurd hêzeke xweparastinê ya civakî ya girêdayî xeteke felsefî û îdeolojîk e. Ji bo parastina jiyana azad û civaka demokratîk heye. Bi kurtasî ev hêzeke nû ye û alternatîf e. Serkeftina wê, ew ê dinyayeke nû ava bike. Li ser vî esasî Roja Gerîlayan a 15’ê Tebaxê pîroz dikim, şehîdên qehreman bi rêzdarî bi bîr tînim.