Bi asta cîhanê desteka ji bo pêngava KCK'ê

Ji bo pêngava KCK’ê ya ‘Bes e ji Tecrîd, Faşîzm, Dagirkeriyê re; Dema Bicihanîna Azadiyê ye’ li ber Meclîsa Federal a Elmanya daxuyaniyek hate dayîn û ji gelek welatan mirovan peyam dan. Di peyaman de gotin: ‘Divê Ocalan azad bibe’

Ji bo banga pêngava, ''Bes e ji Tecrîd, Faşîzm, Dagirkeriyê re; Dema Bicihanîna Azadiyê ye'' ku KCK'ê 12'ê Îlonê dabû destpêkirin, li paytexta Elmanya Berlînê bi tevlêbûna nûnerên Kurd, Elman, Tirk û gelên din daxuyaniyeke çapemeniyê hate dayin. Daxuyaniya çapemeniyê li ber Meclîsa Federal hate dayin û hate xwestin ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bibe.

Girseyeke mezin tevlî daxuyaniya çapemeniyê bû ku di serî li Elmanya û Ewropayê banga pêngavê hatibû kirin. Daxuyaniya çapemeniyê ji hêla KCDK-E û Insîtatîva Ji Ocalan re Azadî ve hatibû organîzkirin û ji gelek navendên cîhanê gelek parêzvanên mafê mirovan, siyasetmedar û nûnerên saziyên civaka sivîl hazir peyama bi vîdeo şandin.

Li ser navê KCDK-E'yê Hevserok Yuksel Koç axivî. Koç bang li hemû demokrasîxwaz, azadîxwaz û demokrasîxwazan kir ku tevlî kampanyayê bikin bû bi hev re têbikoşin. Koç got, ''Em ê kampanyaya xwe bi rêbazên zengîn rê ve bibin, ji bo ku azadî û wekhevî bi ser bikeve em ê bi hev re bixebitin.''

Endamê Meclîsa Eyaleta Berlînê Hakan Taş jî got, di serî de Ocalan hemû girtiyên siyasî yên li Tirkiyê divê serbest werin berdan.

Li ser navê TJK-E'yê Zozan Serhed got tevgera jinên Kurd ên li Ewropayê desteka tam didin pêngavê û got ew li bendê ne gelên cîhanê jî destekê bidin.

Nivîskar Recep Maraşli got, ''Ji bo ku ev tevger bi ser bikeve divê em hemû hêza xwe bikin yek.''

Piştre van navan piştî axaftinên kurt destek dane pêngavê. Nûnerê KNK'ê Mecît Heso, parlamentera berê ya HDP'ê Sîbel Yîgîtalp, Hevseserokê KON-MED'ê Tahir Koçer, Nûnerê KOmîsyona KCDK-E Başûr Adib Daloyî, ji Kovara Komunê Halîl Aksoy, li ser navê Partiya Komunîst a Kurdistanê Enver, Nûnerê Partiya Keskan a Elmanya Îrfan Keskî, li ser navê CÎK'ê Mele Dawid, ji çalakgerê grêva birçîbûnê ya Strasboûrgê Egîd Ural.

'JI BO HEMÛ MIROVAHIYÊ DIVÊ OCALAN AZAD BIBE'

Gelek siyasetmedar û parêzvanên mafê mirovan ku ji ber Covîd-19'ê nekarîn tevlê bibin peymanên xwe bi vîdeo konferansê dan, bal kişandin ser giringiya azadiya Rêberê Gelê Kurd û diyar kirin ji niha û pê de bi çarçoweya pêngavê wê xebatên hevkar bidomînin.

Ji van axaftinan peymanên ku ji bo pêngavê hatin dayin.

Ramon Mantovanî (parlamenterê berê yê Italî):

Hevrê Ocalan ne tenê lîderê Kurdan, bi asta cihanî ji bo çewisandiyan û şoreşgerên keda wan tê xwarin, ji bo gelên demokrat referans e. Kana îlhamê ya têkoşîna lêgerîna azadiya rêz û rêçikî ya hemû mirovahiyê ye. Ocalan mirovê aştiyê ye. J iber vê bi asta cîhanî hemû tevgerên demokratîk û şoreşger, partî û sendîka, hemû sazî û dezgehên ku ji xwe re demokrat dibêjin divê azadiya Abdullah Ocalan bixwzin.

Arturo Salernî (Parêzerê Italî yê Ocalan):

Şertên tecrîdê yên li ser Ocalan di asteke wiha de ye ku nayê qebûlkirin. Rewşa Ocalan ne tenê têkilî Kurdistanê û Tirkiyê, têkilî hemû Ewropayê ye. Ji bo atmosfera aştî û aramiyê divê her kes tevbigere.

Baroness Chrîstîne Blower (Endama Kameraya Lordan a Brîtanyayê, Hevseroka Kampanyaya Ji Ocalan re Azadî): Weke Mandela li gelek deveran gotî, ''heta ku em hemû azad nebin yek ji me ne azad e'' û em dîsa banga xwe ya ji bo azadiya Ocalan dubare dikin. ''

Sîmon Dubbîns (Dîrektorê navnetewî yê SendÎkaya Karkeran a Brîtanyayê û Hevserokê Kampanyaya Ji Ocalan re Azadî): Em destekeke mezin didin kampanyaya ku îsal hatiye ragihandin, em banga xwe ya ji bo azadiya Rêberê Kurd Abdullah Ocalan, ku ev 20 sal in tecrîd li ser e dubare dikin.

Anna Marîa Palacîso (Hiqûqnas û feminîst / Spanya): Ez dixwazim dengê xwe li Kampanyaya Azadiya Rêzdar Ocalan zêde bikim. Ji 2015'an û vir ve li ser Ocalan tecrîdeke giran heye, ev binpêkirina mafê bingehîn ê mirovî ye. Rewşa têkilî Ocalan ketiye rewşekr krîtîk. Dema aştî û lihevkirinê ye, di pêvajoya aştiyê de mirov nikare bandora Ocalan ji nedîtî ve were

Ohîane Etxebarîteta (Serokê Koma Dostaniya Kurdan a Meclîsa Baskê):

Ev demek e dirêj ku em dixwazin dawî li tecrîda li ser Abdullah Ocalan were. Tecrîd bi aştî, aramî û azadiyê re ku hewcehiya Kurdan, Tirkiyê û Rojhilata Navîn pê heye, li hev naye. Em ji ber rewşa Ocalan, polîtîkayên dewleta Tirk bi tundî şermezar dikin.

Vîlo Sîgurdsson (Şaredarê berê yê Kopenhagê): Abdullah Ocalan ev ji 21 salan zêdetir e îzolekirî ye. Welatê ku vê dike mirov nikare jê re demokrat bibêje. Ji ber vê divê YE, Demark ji bo ku şertên antîdemokratîk rabin zextan li ser Tirkiyê bikin.

Parlementera berê yê Partiya Gel a Sosyalîst Pernîlle Frahm:

Ocalan nêzî 20 sal in li girtîgehê ye. Di henek deman de bi topyekûn tê îzolekirin. Di vê demê de hevdîtin li gel malbat û parêzeran nayê kirin. Çi sûc hatibe kirina an jî nekiribe divê mirovek ewqas neyê îzolekirin. Daxwaza başkirina şert û mercên Ocalan dikim.

Alîkarê Serokê Partiya Komunîst a Başûrê Efrîqa Solly Mapaîla: Lîdarê gelê Kurd û şervanên azadiyê ya Kurd, bi taybet li Tirkiyeyê li giravekê ya li girtîgeha Îmraliyê der qanûnî tê ragirtin, tê veşartin û tecrîdkiri Serokê Abdullah Ocalan silav dikim. Bi pîvanên dermirovî esaret û îzalasyon dewam dike. Mîna serokê me Nelson Mandela fikrên lîder Ocalan jî bi îzalasyon û esaretê tine nabin. Heta ku Ocalan girtî be kaos û şerê navxweyî ji Rojhilata Navîn bi dawî nabe.

Serokê Rêxistina Çalakiyên Mafê Mirovên Kurd ên Başûrê Efrîqa Mahmûod Partel:

Divê tavilê dewleta Tirk Abdullah Ocalan azad bike.

Serokê Însiyatîfa Piştevaniya Kurdistanê Benny Gûstafsson:

Em civaka navneteweyî, Konseya Ewropa, Yekîtiya Ewropa û CPT’ê ji bo tecrîda li ser Ocalan bê rakirin ji bo ji nû ve hevdîtinên şatiyê yên di sala 2015’an de hatin rawestandin destpê bike, dixwazin dengê xwe bilind bikin. Divê hemû girtiyên siyasî bên berdan. Tirkiye mafê mirovan binpê dike. Carekî din bang li hikûmeta Swêd dikim ku; bi Erdogan re baxivin, daxwaza azadiya Birêz Ocalan dikim û qanûnîbûna PKK’ê dikim

Parlementerê berê yê Norweç Erlîng Folkvord:

Divê niha îzalasyona li ser Ocalan bi dawî bibe. Ji bo çareseriyeke aştiyane, ji nû ve muzakereyên siyasî bên destpêkirin û çareseriyeke bê Ocalan ne mimkûn e. Hemû hêzên demokratîk ên Tirkiyeyê divê daxwaza azadiya Ocalan bikin.

Rojnamevan Peter Boyle (Awûstûralya):

Ocalan bi rêbazekî der hiqûqî ji aliyê rejîma Tirk ve hate revandin û bi awayekî der mirovî li girtîgehê tê girtin. Ev şêweyê êşkenceyê ye, tenê ji bo wê di wê hêviyê de me ku divê bê azadkirin. Azadbûna wî wê ji bo hemû mirovahiyê siberojeke hê adil, demokratîk û azad ava bike.

Dr. Alex Wîlson (Kanada):

Ocalan ji bo Rojhilata Navîn aktorekî girîng e. Eger ku Tirkiye, Îraq, Îran û Sûriye li gel wî muzakere bikin, bi taybet rê bidin Kurdan ku herêmên serbixwe ziman, çand û ola xwe bikar bîne, bi wî re muzakere bikin, aştî wê bê Rojhilata Navîn. Ocalan xwedî vîzyoneke cîhanî ye. Li Rojhilata Navîn femînîzim, ekolojî û sosyalîzim belav kir. Ji ber van sedeman di vê dewlet-neteweyên li Rojhilata Navîn mijara azadiya Ocalan cidî bigirin dest.