‘Rêber Apo jiyan da jinê’
Fewaza Mihemed da zanîn ku bi derketina Rêber Apo re jin bû xwedî hêz ku li hember zihniyeta qirêj bisekine û got, “Rêber Apo jiyan da jin ê.”
Fewaza Mihemed da zanîn ku bi derketina Rêber Apo re jin bû xwedî hêz ku li hember zihniyeta qirêj bisekine û got, “Rêber Apo jiyan da jin ê.”
Jin di demên berê de di nav gelek êş û azaran de derbas bû heya ku Rêber Apo ev bar girt ser milê xwe û jin ji wê qilbî derxist. Yek ji van jinên ku di bin zordariya zilamê serdest de bû û ji tevahî mafê xwe hatibû dûrxistin, lê belê piştî ku Rêber Apo Şoreşa Jin da avakirin cihê xwe di nav saziyên civakî û çandî de digre Fewaza Mihemed e. Fewaza Mihemed 55 salî ye û ji bilî karê ku di nav civakê de dide meşandin, cihê xwe di Tevgara Hîlalala Zêrîn a Koordînasyona Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de digire.
Fewaza Mihemed têkildarî şoreşa jinê ji ajansa me ANF’ê re axivî.
Fewaza Mihemed di destpêka axaftina xwe de anî ziman ku wek jin di demên berê de gelek êşkence li hemberî wan hate kirin û got, “Em di gelek zehmetiyan re derbas bûn heya gihiştin vê astê. Me emrek ji jiyana xwe bê xweşî derbas kir, tenê em wek fîzîkî zindî bûn lê belê em di mejî de qetil kiribûn. Bi temenek mezin ez gihiştim vê derê lê belê ez ji şoreşek bêmafê jin derbasî şoreşek bi navê jin bûm. Dema ez zarok bûm tim em di bin destê bav û bira de bûn, jiyana me xistibûn qalib û nedihiştin ku em di fikrê xwe de azad bin. Em ji fikradina pêşeroj û pêşketinê ditirsandin da ku jiyana me pêş nekeve.
Tim digotin jin xizmetkarê mêr e, nabe tu tiştek din ji bilî vê bike û eger bike jî wê cezayên pir mezin bidinê. Dema ez 13 salî bav û birayê min, min dan zewicandin û bi sedan jinên wek min di vî temenî de hatin zewicandin. Ji bilî zewacê jî pêwîst bû her jinek komek zarokan bîne, ji ber karê jin tenê anîna zarok û guhdarkirina hevjînê xwe bû. Ev yek jî li pêşiya jin nesekinî ji ber jin endama herî bingehîne di gerdûnê de. Jin di wê dema koletiyê de gelek tiştên ku zilam nikare pêk bîne, pêk dianî.”
Fewaza Mihemed wiha beha jiyana jin a bi derketina Rêber Apo re kir: “Jiyana jin roj bi roj hat guhertin, dema ku Rêber Apo dengê rastiyê hilda, jin êdî xwe nas kir. Têkoşîna Rêber Apo ji bo jin bi taybet şoreşek bû, ji ber ku bi hêsanî ev zihniyet nehat şikandin. Rêber Apo di demên herî zehmet de kir ku jin xwe nas bike û di jiyanê de xwedî gotin û maf be. Ez gihiştim temenek mezin, min ji nû ve jiyana xwe nas kir, min êdî nema sîtemkarî û zordestiya zilaman qebûl kir. Rêber Apo ew hêz li cem me da avakirin ku jin dikare her tiştî bike û di her qadên civakê de dikare bibe pêşeng. Roj bi roj ev şoreş mezin bû û bi hezaran jinên têkoşer di vê şoreşê de cihê xwe giritin, ji ber vê yekê jî şoreşa me bi Şoreşa Jin tê naskirin. Rêber Apo dîwarê tirsê şikand û hêz da jin da ku bikaribe li beramberî ruyê zilam bisekine û daxwaza mafê xwe bike. Niha jî jin di vê şoreşê de di her aliyê civakê de bû pêşeng. Rêber Apo cihê jin di nav hêzên leşkerî de jî da avakirin da ku bikaribe parastina ax û rûmeta xwe bike. Ez wek jin bûm şahidê keda Rêber Apo, ji ber ku min zor û zehmetiya zihniyeta zilam dîtiye û min şoreşa jin a ku Rêber Apo ji me re ava kir dît. Rêber Apo jiyan da jinê.”
Fewaza Mihemed destnîşan kir ku hîn ev zihniyeta mêr a qirêj maye, lê belê têkoşîna wan li hember vê yekê pir mezin e û wiha got: “Çiqasî ku jin di nava civakê de pêşketî be û serkeftinê biafirîne, wê jinên din jî daxwaza vê serkeftinê bikin. Ji ber vê yekê ger em bixwazin vê zihniyeta mayî ji civaka xwe dûr bixin, pêwîste jinên di civakê de xwe pêş bixin. Jin dikare hîn bêhtir di nav civakê de cih bigre û peywendiyên xwe gelektir bike.
Di dawî de ez 8‘ê Adarê li tevahî jinên cîhanê pîroz dikim û dibêjim pêwîste rojên me giştî wek 8‘ê Adarê bin. Em ê bi hev re li dijî hemû siyasetên qirêj ên li ser jin tên kirin bisekinin û dijmin çidike bila bike, em ti car dest ji xaka xwe bernadin. Bi taybet wek jin jiyana me wê bi hebûna civaka me re dewam bike û em ê bibin deng û rengê jiyanê.”