Li Belçîkayê tundiya zayendî: Ji deh mexdûran çar jê zarok in

Li Belçîkayê, di serlêdanên Navendên Piştgiriya Tundiya Zayendî (CPVS) ji sedî 40 jê temenê wan biçûk in.

Li gorî rojnameya De Morgenê, ev dane di bersiva pirseke parlamentoyê de ji aliyê wezîrê berpirs Rob Beenders (Vooruit) ve hatiye eşkerekirin.

PROFILA MEXDÛRAN

Di sala 2023’yan de, bi tevahî 4 hezar û 226 mexdûran serî li deh navendên CPVS yên li Belçîkayê dan. Ev hejmar li gorî sala 2022’yan ji sedî 28 zêde bûye. Dabeşkirina demografî ya mexdûran wiha ye:

Ji sedî 89 jin in,

Ji sedî 10 mêr in,

Ji sedî 1 jî trans in. 

Di serlêdanan de ji sedî 40 kesên temenê  wan di bin 18 saliyê de ne. Ev jî  dide xuyakirin ku beşek jê mexdûrên tundiya zayendî zarok û ciwan in.

ÊRÎŞKAR BI GIRANÎ YÊN NAS IN

Koordînatorê tibbî yê navenda Genkê Pieter Jan Van Asbroeck, tekez dike ku êrîşkar weke ku pir caran di nav gel de tê destnîşankirin, en ew kesên “Biyaniyên xerifî yê di quncikên tarî de kemînê datînin” in. Berovajî vê, naskiriyên mexdûran in:

Endamên malbatê,

Heval,

Nasên din nêzîkî wan.

Van Asbroeck diyar dike ku ev rastî berovajî têgihiştinên şaş ên di civakê de belav bûne û bêdengiya mexdûran fikaran zêde dike ku hejmara rastî ya bûyeran pir zêdetir be.