YJAD: Werim em li hemberî bêedaletiya gerdûnî têbikoşin!

YJAD’ê bi boneya 8’ê Adarê peyameke nivîskî weşand û diyar kir ku heta jin azad nebin, civak jî azad nabin û got: “Em ji vê bêedaletiya gerdûnî ya li hemberî jinan re dibêjin ku êdî bes e.”

Yekîtiya Jinên Elewî yên Demokratîk (YJAD) bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê peyameke nivîskî weşand.

Naveroka daxuyaniyê bi vî rengî ye:

“8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanî, weke sembola têkoşîna ked û wekheviyê derketiye holê û bi ked û têkoşîna bêhempa ya bi hezaran jinan 8’ê Adarê weke Roja Jinan navê xwe standiye. Dema ku em li roja me ya îroyîn jî dinêrin, em dibîninku tundiya li ser jinan, zextên civakî û pirsgirêkên newekheviya aboriyê li ser jiyana jinan weke gefekê berdewam dikin.

Li gorî Elewitiyê jin ne tênê şexsek e, di heman demê de jin civakê vediguherîne, bi hezkirina xwe mezin dike û di rêya xwegihandina heq de pêşeng in û ked, hezkirin û têkoşîna jinan pîroz e. Jin û mêr weke hev in û di jiyanê de hevrêyên hev in.

Girêdayî vê yekê li hemberî tundî û cihêkirinê li seranserê cîhanê ya li ser jinan em dengê xwe bilind dikin. Bêedaletiya ku ji berê ve ye heye, îro jî bi hemû hovîtiya xwe berdewam dike.

Li Tirkiyeyê qetilkirina zarokên weke Leyla Aydemîr, Muslume Yagal û Narîn Guranê, nîşan didin ku di nava civakên baviksalar de jin û zarok nayên parastin.

Li Îranê piştî qetilkirina Jîna Emînî dirûşmeya ‘Jin Jiyan Azadî’ veguherî sembola gerdûnî ya têkoşîna jinan.  Lê belê li Îranê jinên weke Pexşan Ezîzîyê hem ji ber zayenda xwe û hem jî ji ber nasnameya xwe du caran bi zextê re rû bi rû dimînin.

Li herêmên lê şer heyî jî tundiya li ser jinan weke çekekê tê bikaranîn û ev yek nîşan dide ku jin ne bi tenê zexteke şexsî re rû bi rû ne, di heman demê de zexteke sîstematîk jî heye.

Li gorî me, ji bo pêşîlêgirtina tundiya li ser jinan û îstîsmarkirina zarokan guhertinên yasayî têrê nakin û divê zîhniyeta civakî jî were guhertin. Ji bo pêşîlêgirtina qetilkirina jinan, îstîsmarkirina zarokan û tundiya îdeolojîk divê di asta navneteweyî de polîtîkayên bibandor werin pêşxistin. Têkoşîna jinan ya ji bo azadî û wekheviyê di heman demê de têkoşîna hemû civakê ya ji bo edalet û mirovahiyê ye. Divê her kes berê xwe bide têkoşîna jinan.

Em weke Yekîtiya Jinên Elewî yên Demokratîk, ji vê bêedaletiya gerdûnî ya li hemberî jinan re dibêjin êdî bes e û dubare diyar dikin ku em ê têkoşîna xwe bi biryardarî bidomînin. Ramana baweriya Elewitiyê ya hezkirin, aşitî û wekheviyê rêya me ronî bike. Em dizanin ku heya jin azad nebin, civak jî azad nabin.”