Jinên Mexmûrê piştgirî dan banga Rêber Apo
Meclîsa Îştar a Wargeha Mexmûrê piştgirî da banga dîrokî ya Rêber Apo û got, “Divê dewleta Tirk demildest bersiva banga Rêber Apo bide.”
Meclîsa Îştar a Wargeha Mexmûrê piştgirî da banga dîrokî ya Rêber Apo û got, “Divê dewleta Tirk demildest bersiva banga Rêber Apo bide.”
Di 27’ê Sibatê de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji Girtîgeha Îmraliyê li gel girtiyên din ên Îmraliyê û şandeya DEM Partiyê, banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk‘ kir. Meclîsa Îştar a Wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi daxuyaniyekê piştgirî da banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.
Daxuyanî li ber avahiya Meclîsa Îştar a wargehê bi deqeyek rêzgirtin ji bo tevahî Şehîdên Tevgera azadiya Kurdistanê hat destpêkirin. Daxuyanî ji aliyê Endama Meclîsa Îştar Ayten Kartal ve hat xwendin.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:
“Di sedsala 21’emîn de pergala sîstema kûrewî ku li ser dijbertiya civakê û qirkirina jinê xwe dide meşandin, krizên pergalî dijin. Êrîşên hişmendiya serweriya mêr ku bi hezaran sale tine hesibandinê li ser jinê dide ferzkirin, di pergala modernîteya kapîtalîst û rastiya şerê cîhanê yê sêyemîn de gihiştiye lutkeyê.
Kedxwariya kedê, ne wekhevî û bê edaletî herî zêde li ser jinê tê meşandin. Ji ber pergala serweriya mêr herî zêde ji hêza jinê ditirse û bi awayek sîstematîk êrîşî jinê dike.
Wekî serhildana 29’emîn ya herî dawî PKK li beramberî wê hişmendî û pergala ku jin û mirovahî kole dike û li ser keda wan xwe dide jiyankirin derket. Armanca sereke ya tekoşîna ku bênavber di 50’î salan de meşandiye parastina mafê jin û gelê bindest e.
Bi rûxandina biloka sovyet, mudaxelekirina Kuwêt, rûxnadina Seddam, komploya navdewletî û her wiha şerê cîhanê yê sêyemîn hat destpêkirin. Ji nû ve dîzayînkirina Rojhilata Navîn û cîhanê kete rojeva hêzên hegemonîk. Bi temambûna sedsala peymana Lozanê re şerê cîhanê yê sêyemîn kete qonaxek din. Her hêz û dewlet xwest di vê parvekirina nû de serweriya xwe zêdetir bikin, yek ji van dewletan jî dewleta Tirk e. Di heman demê de yê zêde xof dijiya dîsa Komara Tirk bû. Li ser vî esasî bi daxwaza Dewlet Baxçelî bi Rêber Apo re hevdîtin hate kirin. komara Tirk her çiqas ji ber metirsî û berjewediya xwe pêvajoya hevdîtinê dabe destpêkirin jî lê em dizanin ev hevdîtin di encama berxwedana Rebertî û Rêbertî wek çareseriya peşerojê dîtin bû. Li rûxmê van hevdîtinan li ser esasê berjewediyê hate destpêkirin jî, lê Rêbertî weke Rêberekî sosyalîst bersiv da. Rêbertî got ez dikarim di zemînên siyasî û huquqî de çareserî pêş bixim. Li ser vî esasî di 27 ‘ê Sibata 2025’an de nameya bi navê Astî û Civaka Demokratîk ji bo raya giştî ragihand û di vê nameyê de bang li PKK ‘ê kir ku xwe fesih bike.
Em wek gelê wargeha Şehîd Rustem Cûdî ji salên 90’î û şûnde bi penaberiyek bi êş ku penaberên ser xaka xwe û bi guhertina gelek wargehan heta roja îro meşiyane. Lê li rûxmê hemû zorî, qetilkirin û reşkujiyan jî me dest ji têkoşîn û berxwedana xwe berneda û em bernadin jî. Wek jinên Wargeha Şehîd Rustem ku 30 sal in penaber in, bi hesreta nasname, çand û zimanê xwe têdikoşin. Ji bo wê em bang li dewleta Tirk dikin bi aqlê selîm tevbigere, xwe ji bo guhertinên dîrokî amade bike. Ji bo wê ev banga Rêber Apo kirî divê demil dest rayedarên dewleta Tirk bersiv bidin, di vê çarçovêde gavên siyasî û huquqî biavêje. Ji bo Rêber Apo di vê pêvajoyê de rolê xwe yê dîrokî bileyîze, divê şert û mercên Rêbertî werin guhertin û mafê wî yê hêviyê were cihkirin daku pêvajo biserbikeve.”
Daxuyanî bi dirûşemyên ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Jin Jiyan Azadî’ bi dawî bû.