YJA: Em nelet li komkujiyê dibarînin

YJA: Em nelet li komkujiyê dibarînin

Koordînasyona YJA’yê der barê qetilkirina siyasetmedarên jin ên Kurd Sakîne Cansiz, Fidan Dogan û Leyla Soylemez de daxuyanî da û diyar kirk u komkujî bi opersayona leşkerî ya profesyonel pêk hatiye û bûyer şermezar kir.

Di daxuyaniyê hat diyarkirin ku AKP li aliyekê propagandaya çareseriyê dikeû aliyê din zemîna komkujiya pêk tîne û wiha got: “Bi komkujiyên bi vî rengî îradeya kurd hedef tê girtin”

Koordînasyonê bang li jin û ciwanên kurd kir ku hesab ji kujeran bipirsin û wiha got: “Di 9’ê çile li hemberî 3 hevalên êrîşek hovene pêk hatiye. Di nava rojê de li cadeya herî qelebalix ya Parîsê pêk tê. Ev bi opersyoneke leşkerî ya profesyonel pêk hatiye. Em komkujiyê şermezar dikin.”

YJA’yê got: “Di serî de dewleta tirk û hemû hêzên pergala faşîst û paşverû ji vê komkujiyê berpirsyar in. Zihniyeta faşîst-şoven- paşverû ku bi salane îradeya çareseriyê pêk nayne û di dehan manîpulasyonan konsepta tasfiyeyê û îmhayê dimeşîne, dibe ku difikire bi bûyerên wisa encamê bigire. Lê li holê ye ku çareseriya mayîn de wisa pêk nayê. AKP li aliyekê propagandayê dike û li aliyê din jî komkujî û komployan pêk tîne. Di vê çarçoveyê de dewleta Fransayê ger hesab nepirse û qetilkirinê ronî neke ew jî hevkarê vê ye.”

YJA’yê wiha domand: “Hevala me Sakîne Cansiz (Sara) bi zanebûn hedef hatiye girtin. Hevala Sakîne bi serhildan û berdana xwe her tim di têkoşîna me de pêşengî kiriye, pêşenga tevgera Azadiya Jinê bu. Di her şert û mercî de roleke girîng lîstiye. Fîdan Dogan di temenê xwe yê ciwan de tevli têkoşînê bûye û kadroyeke pêşeng ya PAJK-PKK’ê bû. Hevala Leyla hevaleke ku hêza wê ya tevlibûnê gelek bilind bû.

Di şexsê van hevalan de îradeya gelê kurd hatiye hedef girtin. Di serî de Hevala Sakîne û hemû hevalên me yên din ku şehîd ketine em soza xwe ya ji bo wan dubare dikin.

Di li her çar parçeyê Kurdistanê hesab ji kujeran bê pirsîn û xwedî li têkoşîna wan bê derketin.”