BI DÎMEN

'Divê her dewlet çeteyên xwe yên DAÎŞ'ê bibin'

Salih Nûh bal kişand ser encamên girîng ên Operasyona Ewlehiya Domdar a li herêma Holê û bang li dewletên biyanî kir ku çeteyên xwe yên DAÎŞ'ê bibin.

Endamê Desteya Dîsîplînê ya Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Nûh li ser 'Operasyona Ewlehiya Domdar' axivî ku li herêma Holê, bi taybetî li kampa Holê li dijî DAÎŞ'ê hate meşandin.

Salih Nûh bi bîr xist ku ti ji welatên cîhanê welatiyên xwe yên DAÎŞ'î nabin û got, "Metirsiyeke cidî ya DAÎŞ'ê heye. Hem li Rojhilata Navîn û hem jî li ser tevahiya cîhanê metirsiyek heye. Hêzên Ewlekariya Hundirîn, YPJ û QSD'ê gelek caran li vê kampê li dijî DAÎŞ'ê operasyon meşandin. DAÎŞ ji aliyê leşkerî ve tine bû be jî ji aliyê fikrî hîn li nava wê kampê xwe bi rêxistin kiriye û nifşên nû perwerde dike."

Salih Nûh diyar kir ku Kampa Holê bûye cihê jinûve geşkirina DAÎŞ'ê û got, "Di nava Kampa Holê de mirov têne kuştin. Fikrê DAÎŞ'ê jinûve tê geşkirin. Kam ji bo DAÎŞ'ê bûye mîna akademiyekê. Li nava kampê, çeteyan li binê erdê stargeh ji xwe re ava kirine. Çeteyên DAÎŞ'ê bi piştgirî û hêza ji dewleta Tirk werdigire, vê yekê dike. Di dema operasyonê de alên dewleta Tirk li nava kampê hatin dîtin. Ev yek jî hevkariya dewleta Tirk a bi DAÎŞ'ê re careke din nîşan dide."

Salih Nûh anî ziman ku di operasyonê de ku li kampa Holê û 200 gundan hate meşandin, hejmareke zêde ya çeteyan hatin girtin û got, "Operasyonê pêşî li armancên dewleta Tirk û çeteyên DAÎŞ'ê girt. Divê cîhan bi temamî bi berpirsyariya xwe rabe. Rast e, çend malbatên DAÎŞ'î hatin birin, lê belê hîn bi hezaran malbatên DAÎŞ'î hene. Ew malbat jî zarokên xwe bi fikrê DAÎŞ'ê perwerde dikin."

Di dawiya axaftina xwe de Salih Nûh têkoşîna QSD'ê ya li dijî DAÎŞ'ê silav kir û got, "Em ê bi hêza şervanên xwe dawî li mejiyê DAÎŞ'ê û hevkarê wan bînin."