Jin ji bo mîtînga li Êlihê meşiyan
Ji bo mîtînga 'Demokrasî û Azadiyê' ya li Êlihê, bi pêşengiya TJA'yê jinan ji Parka Yilmaz Guney heta qada mîtîngê meşek lidar xistin.
Ji bo mîtînga 'Demokrasî û Azadiyê' ya li Êlihê, bi pêşengiya TJA'yê jinan ji Parka Yilmaz Guney heta qada mîtîngê meşek lidar xistin.
Platforma Saziyên Demokratîk îro li Êlihê mîtînga 'Demokrasî û Azadiyê' lidar dixe. Beriya mîtîngê jin bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) li Parka Yilmaz Guney li hev kom bûn. Jinan pankarta bi nivîsa "Li dijî tecrîdê jin li ber xwe didin" hildan û dirûşmên "Jin, Jiyan, Azadî", "Şaredarî yên me ne", "Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin" û "Bijî berxwedana gelê Kurd" qîriyan.
Hevseroka Giştî ya Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Ûçar, Hevseroka Giştî ya Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) Tulah Hatîmogûllari, hevşaredar, aktîvîsta TJA'yê Ayla Akat Ata û parlamenterên DEM Partiyê jî tevlî meşê bûn.
Mirovên li derdorê jî eleqeyeke mezin nîşanî meşê dan.