Nergiz Mûhammedî piştî emeliyatê careke din birin girtîgehê

Parêzer Mûstafa Nîlî diyar kir ku Nergiz Mûhammedî piştî emeliyata tibî careke din birin Girtîgeha Evînê.

Parêzer Mistefa Nîlî têkildarî rewşa dawî ya girtiya siyasî Nêrgiz Mihemedî li ser hesabê xwe yê X’ê agahiyan parve kir.

Mistefa Nîlî eşkere kir ku piştî Nêrgiz Mihemedî neştergerî derbaskir, carek din wê vegerandina girtîgeha Êvînê. Nîlî got: “Ji ber cûrê neştergerî û cihê birînên wê pizîşkan pêşniyar kiriye ku sê mehan di bin çavdêriyê de be.”

Mistefa Nîlî eşkere kir ku Nêrgiz Mihemedî piştî neştergeriyê hefteyek li nexweşxaneyê hatiye hiştin.

Nîlî diyarkir wan ji ber rewşa tendirustiya Nêrgiz Mihemedî û pêşniyara pizîşkan daxwaza destur û ragirtina ceza ji dadgehê kirine.

Berî du hefteyan parêzer Mistefa Nîlî diyarkiribû ku li gor encama testên destpêkê, gumana wê yekê heye ku Nêrgiz Mihemedî bi nexweşiya penceşêrê ketiye.

Çalakvana mafên mirov Nêrgiz Mihemedî ku xelata aştî ya nobelê wergirtiye, temenê wê 52 sale, di nava 20 salên borî de zêdetirî 10 salên xwe di girtîgehan de derbas kiriye.