Ji bo gerîlaya ARGK’ê Gulşen Atalmiş sersaxî hat danîn

Ji bo gerîlaya ARGK'ê Gulşen Atalmiş a ku di sala 1995'an de li Bedlîsê şehîd bû, sersaxî hat danîn. 

SERSAXÎ

Ji bo gerîlaya Artêşa Rizgariya Gelê Kurdistanê (ARGK) Gulşen Atalmiş (Xelat) a ku di sala 1995'an de li Bedlîsê di pevçûnekê de şehîd bibû, li avahiya  Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî)a Esenyurtê sersaxî hat danîn. Rêxistinên sivîl, rêveberên Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Windakirine (MEBYA-DER), Komeleya Alîkarî û Piştevaniya Marmarayê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (MATUHAYDER), GOÇ-ÎZDER û Tevgera Jinên Azad (TJA), rêxistinên bajêr û navçeyan ên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) tevli şînê bûn. 

Di sersaxiyê de ji bo kesên di têkoşîna demokrasî û azadiyê de jiyana xwe ji dest dane deqeyek rêz hat girtin. Di merasîma sersaxiyê de dirûşmên “Şehid namirin" û "Bijî Serok Apo" hatin berzkirin.