BI DÎMEN

Yên ku bi destê PDK'ê şehîd bûn -VII: Şehîd Hacî

Şehîd Hacî ku li dijî zilma rejîmê tevlî nava refên PKK'ê bû, sala 1995'an ji aliyê PDK'ê ve li Metînayê şehîd hate xistin. Kekê wî Mihemed Ehmed got, "Divê gelê Kurd dest bide hev û li ber hevkariya PDK'ê ya bi dewleta Tirk re rabe."

ŞEHÎD HACÎ

Hacî (Îdrîs Ehmed) ku sala 1975'an li Dêrikê ji dayik bû, bi çanda koçeriyê mezin bû. Dema ku malbata wî sala 1984'an Têkoşîna Azadiyê ya Kurd nas kir, ew 8 salî bû. Bi gotina kekê wî Mihemed Ehmed, bi pirsên baldar eleqeya wî ya ji bo Tevgera Azadiyê ya Kurd hîn wê demê diyar bû. Şehîd Hacî mîna her koçerekî dilsozê xak, kevir û çanda xwe bû. Sala 1992'an dema ku biryar da tevlî nava refên PKK'ê bibe, xwendekarê zanîngehê bû. Nexwest xizmetê ji berjewendiyên rejîma Sûriyeyê re bike, tevlî nava refên PKK'ê bû û di oxira gelê xwe de şer kir. Sala 1995'an li Metînayê di encama hevkariya PDK'ê ya bi dewleta Tirk re şehîd bû. Mihemed Ehmed qala têkoşîna birayê xwe Şehîd Hacî kir û got, PDK'ê ji xiyanetê jî wêdetir aniye serê gelê Kurd.

'ŞAŞITÎ QEBÛL NEDIKIR'

Mihemed Ehmed qala zarokatiya Şehîd Hacî kir û got, "Zarokekî jîr û jêhatî bû. Şaşitî qebûl nedikir. Dema ku li rewşeke şaş rast dihat, bi tundî li ber radibû. Tawîz nedida. Biçûk an jî mezin hişyar dikir û helwest nîşan dida. Mirovekî hêja bû.

Li Helebê li ser Wêjeya Fransî dixwend. Ji xwe Têkoşîna Azadiyê ya Kurd jî li Helebê ji nêz ve nas kir. Di salên xwendina zanîngehê de yekser tevlî nava têkoşînê dibû; ji aliyekî ve dixwend, li aliyê din jî karê rêxistinî û perwerdeyê dikir. Bi hevalan re gelekî hatibû girêdan û ji dil ji wan hez dikir. Rojekê hat gel min û got, 'Ez ê tevlî nava PKK'ê bibim. Li şûna ku bibim koleyekî rejîma Sûriyeyê û mirovekî bêqîmet, li şûna ku her roj heqaret li min bê kirin, ez ê di oxira gelê xwe de şer bikim. Ez ê weke mirovekî bi rûmet derbasî dîrokê bibim'. Dema ku Hacî tevlî nava têkoşînê bû li nava malbatê guherînin mezin pêk hat. Bêguman em malbateke welatparêz bûn, lê belê tevlîbûna Hacî dilsoziya me hîn xurt kir."

'POZÎSYONA PDK'Ê CIHÊ ŞERMÊ YE'

Mihemed Ehmed destnîşan kir ku şehîdxistina birayê wî ji aliyê PDK'ê ve cihê şermê ye û bi vî rengî rexne li PDK'ê kir, "Mixabin birayê min ji aliyê PDK'ê ve hate şehîdxistin. Şehîdxistina ciwanekî Kurd ji aliyê PDK'ê ve ku ji malbateke biçûk a xwe Kurd pênase dike pêk tê, cihê şermê ye û nayê qebûlkirin. Ciwanên ku di oxira gelê Kurd de têdikoşin, ji bo berjewendiyên gelê Kurd xizmetê dikin, ji aliyê PDK'ê ve şehîd têne xistin ku rewşek ji vê xerabtir nîne. Xiyaneta malbata Barzanî ne ew xiyanet e ku sala 1995'an destpê kir û bi dawî bû. Dema ku mirov bala xwe bidin ser dîrokê dibînin ku timî xiyanet li gelê xwe kiriye. Yên ku birayê min şehîd xistin xayîn in, çete ne û xizmetkarê dijmin in. Rêber Apo di gelek nirxandinên xwe de qalê dike ku gelê Kurd ji ber xiyanetê ketiye vê rewşê. Lê belê malbata Barzanî ders ji vê nirxandinê wernegirt, wernagire. Hîn jî di nava xiyanetê de ye. Ji xiyanetê jî wêdetir ji bo berjewendiyên xwe dostaniyê bi dewleta Tirk re dike."

'DIVÊ GELÊ KURD BIBE YEK'

Mihemed Ehmed got, "PDK xixmetê ji berjewendiyên malbateke biçûk re dike. Ji bo malbata Barzanî dewlemend bike, gelê xwe datîne aliyekî. Heta niha ji bo berjewendiyên gelê Kurd gavek neavêtiye" û bangeke bi vî rengî li gelê kurd ê welatparêz kir, "Gelê Kurd ê welatparêz divê dest bide hev û li ber xiyaneta PDK'ê, li ber hevkarî, şirîkatî û dostaniya wan a bi dewleta Tirk re rabe."