Çalakiya ‘Deng bide azadiyê’: 44 meh in agahî ji Îmraliyê nayê girtin

Di çalakiya “Deng bide azadiyê” ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd hat lidarxistin de, hat destnîşankirin ku nêzî 44 meh in tu agahî ji Girava Îmraliyê nayê girtin û bang li desthilata AKP-MHP'ê hat kirin ku dest ji van polîtîkayên neheq berde.

Komeleya Piştevanî û Alîkariya Malbatên Girtiyan (TUHAY-DER) li Wanê der barê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku 43 mehe tu agahî jê nayê girtin li Kolana Hunerê çalakiya ‘deng bidin azadiyê’ pêk anî. Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Tecgera Jinên Azad (TJA), Komeleya Alîkariya Kesên Xizmên Xwe di Derguşa Şaristaniyan de Winda kiriye (MEBYA-DER), Meclîsa Ciwanan a DEM partiyê, rêveberên BDP’ê, DEM Partiyê, Komeleya Çand û Hunerê ya Ziman Arsîsa, hevşaredar û gelek kes tevli bûn. Rêveberê TUHAY-DER’ê Emîn Şeker daxuyanî xwend.

Rêveberê TUHAY-DER'ê Emîn Şeker diyar kir ku desthilatdariya AKP-MHP'ê girtîgehan weke amûreke tirsandina civakê bi kar tîne û got, "Girtîgeh ji bo ku civakê bêdeng bikin veguheriye amûra bêdengkirina kesên têkoşîna siyaseta demokratîk didin, rojnamevan, akademîsyen û kesên azadiya ramanê bi kar tînin. Weke malbatên girtiyan em van polîtîkayên tecrîd, zext û tirsandinê qebûl nakin û bang li vê desthilatê dikin ku dest ji van polîtîkayên neheq berde. Divê mafên girtiyan ên ziman, bawerî, tenduristî, jiyanî, agahîgirtin, weşan, hevdîtina malbat û parêzeran bên parastin. Divê were zanîn ku extiyar, nexweş, astengdar, zarok, jin û girtiyên penaber ên di girtîgehan de tên girtin rastî gelek cudakarî, biçûkxistin û binpêkirina mafan tên."

 '44 MEH IN TU AGAHÎ JI ÎMRALIYÊ NAYÊ GIRTIN’

Şeker anî ziman ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan roj bi roj kûrtir dibe. Şeker bi bîr xist ku hemû serlêdanên hevdîtinê bêbersiv hatine hiştin. Şeker daxuyand ku nêzî 44 meh in tu agahî ji Girava Îmraliyê nayê girtin û wiha dewam kir: “Nêzî 600 serlêdanên ji bo hevdîtina malbat û parêzeran li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Girtîgeha Îmraliyê hatin kirin. Di nava vê hefteyê de jî daxwazên nû yên hevdîtin parêzer û malbatê hatin kirin. Lê belê ev hemû serlêdan an bêbersiv hatin hiştin an jî bi 'cezayên dîsîplînê' bê sedem hatin redkirin. Di raporên Komîteya Pêşîlêgirtina Êşkenceyê ya Ewropayê (CPT) de hat diyarkirin ku bi heman rengî mafên Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ên li Girtîgeha Îmraliyê tên girtin hatiye binpêkirin. Tecrîd hîn jî didome.”

Çalakî piştî berzkirina dirûşmeyên "Bijî berxwedana zindanan”, "Bijî berxwedana Îmraliyê" û bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.