BI DÎMEN

Li Emerîkaya Latîn ji bo azadiya ‘Abdullah Ocalan’ çalakî tên lidarxistin

Di çarçoveya pêngava "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî" de li Emerîkaya Latîn çalakî dewam dikin.

Sala borî ji bo şikandina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di qada navneteweyî de pêngava ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî’ hatibû destpêkirin. Di çerçoveya vê pêngavê de çalakî li Emerîkaya Latîn dewam dikin.
Di bin pêşengtiya komîteyên piştgiriyê yên bi Tevgera Azadiya Jinên Kurdistanê yên li parzemînê û komên xebatê yên girêdayî Akademiya Modernîteya Demokratîk de di çarçoveya Rojên Çalakiyê yên Abdullah Ocalan de li seranserê cîhanê di 1-11'ê Cotmehê de bi wesîleya salvegera komploya navneteweyî çalakî hatin destpêkirin.


Di çarçoveya Rojên Çalakiya Ocalan de, wê meqaleyên Abdullah Ocalan bên xwendin û pêşangeha wêneyan a bi navê “raman, zikr û çalakî” bê lidar xistin.
Di heman demê de wê semîner li ser konfederalîzma demokratîk bên dayîn û belgefîlmên mîna Bakur û Sara ya li ser Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê werin nîşandan. Gelek çalakiyên wekî wênesazî li kolan û zanîngehan ji aliyê hunermendên "hunera wênesaziyê ya li ser dîwaran" ve hate destpêkirin. Bi wesîleya rojên çalakiyê, vîdeoyek ji aliyê Jinên Medellîn Siberojê dihûnin û Komîteya Piştgiriya bi Jinên Kurd re hat weşandin.


JI BO ROJÊN ÇALAKIYÊ XEBAT

Xebatên ku wê di çarçoveya Rojên çalakiya Abdullah Ocalan de bên kirin bi vî rengî ne;
Komîteya Piştgiriya bi Tevgera Jinên Kurdistanê re wê li Plazo de Mayo ya paytexta Arjantînê Buenos Aîresê di 2’ê Cotmehê de ji bo balê bikişîne ser rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, dê çalakiya kolanê lidar bixe.
- Li paytexta Meksîkayê di navbera 3-10'ê Cotmehê de pêşangeha wêneyan a bi navê "Ocalan: raman, zikr û çalakî” bi pêşengiya Komîteya Piştgiriya bi Tevgera Jinên Kurdistanê û Mala Çandê ya La Resistencia bê lidar xistin. 
- Wekî din, belgefîlmên Sara û Bakur wê di 3 û 10'ê Cotmehê de di çarçoveya rojên çalakiyê de bên nîşandan, 
-Her wiha di navbera 17 û 20’ê Cotmehê de bi pêşengiya kooperatîfa Vendaval wê li paytexta Meksîkayê pêşangeha wêneyan û hevpeyvîn bên organîzekirin,
- Di 10'ê Cotmehê de li bajarê Bogota yê Kolombiyayê, komên xebatê yên girêdayî Akademiya Modernîteya Demokratîk di çarçoveya rojên çalakiyê de wê xebatên Wênesaziya Dîwar ên kolanê pêk bînin û li ser meqaleyên Abdullah Ocalan nîqaş bidin meşandin.
- Di 11'ê Cotmehê de li bajarê Medellin ê Kolombiyayê bi pêşengiya jin siberojê dihûnin û Komîteya Piştgiriya bi Tevgera Jinên Kurdistanê re li zanîngeha Antîoquîa wê wêneyê Abdullah Ocalan bê xêzkirin.
- Di 9’ê Cotmehê de li bajarê Jujuy ê Arjantînê Komîteya Piştgiriya bi Tevgera Jinê re, wê bi komên xwecihî yên ku ji bo parastina av û axa xwe li ber xwe didin re hevdîtin bikin û perspektîfên Abdullah Ocalan ên li ser ekolojiyê bên parvekirin.
- Di 11'ê Cotmehê de jî wê li La Casa Tomada ya bajarê Jujuy ê Arjantînê çalakiya bi mijara "Konfederalîzma Demokratîk – Chiapas û Kurdistan" bê lidar xistin û pêşangeha wêneyan a li ser ‘Raman, zikr û çalakî’ bê lidarxistin.