Ji bo Meclîsa Şaredariya Krasnodarê 5 Kurd hatin hilbijartin

Li bajarê Krasnodar ê Rûsyayê, di hilbijartina meclîsa şaredariyê de 5 Kurd jî hatin hilbijartin.

Li herêma Krasnodar a Rûsyayê ku gelek Kurd lê hene, hilbijartinên şaredariyê hatin kirin.

Kurdên li Krasnodarê jî bi xurtî tevlî hilbijartinê bûn û nûnerên xwe şandin meclîsa şaredariyê.

Di encama hilbijartinê de nûnerên Kurdan Mîxaîl Sêrgêyvîç Dasnî, Pavêl Radîkoviç Sadêî, Daar Newroz Oxlî Osmanov, Muraz Cemîlovîç Çoloyan û Mîxaîl Anatolîyeviç Mîxaîlov hatin hilbijartin.

Her pênc Kurd wê civaka xwe li Meclîsa Şaredariya Krasnodarê temsîl bikin û hewl bidin xizmeteke hîn xurt ji herêmê re bê kirin.