Yekitiya Star li gundê Xanikê civîna jinan lidarxist
Yekitiya Star li gundê Xanikê civîna jinan lidarxist
Yekitiya Star li gundê Xanikê civîna jinan lidarxist
Li Dêrika Hemko rêxistina Yekîtiya Star bi armanca nirxandina geşedanên dawî li herêmê, civîneke li gundê Xanikê ya ku şêniyên wê Xiristyanê Keldanîne lidarxist.
Li gundê Xanikê yê Dêrika Hemko ku şêniyên wê Keldanîne, rêxistina Yekîtiya Star duh civînek bi armanca nirxandina geşedanên dawî yên li Suriyeyê û rojavayê Kurdistanê di dêra gund de li darxist. Civîn bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir û pişt re endama Yekitiya Star Dîlan Amûde axivî û diyar kir ku dijminên gelê kurd ji dîroka kevn de tim karkirine ku gelê kurd û gelê herêmê berde hev û tevliheviyê bixe nav gelan. Her wiha Amûdê balkişand li ser rola jinan a pêşxistina civakê û diyar kir ku rêberê gelê kurd Ocalan roleke sereke di azadiya jinan de girtiye. Di berdewamiya axaftina xwe de Amûdê komploya li dijî Ocalan şermezar kir û da zanîn ku gelê kurd komplo vala derxistiye.
Amûdê di axaftina xwe de balkişand li ser rola Yekîneyên Parastina Gel (YPG) di parastina gelê herêmê de, êrîşên komên çekdar li ser gelê Serêkaniyê û her wiha êrîşên rêjîma Bass ya li ser Eşrefiyê şermezar kir û berxwedana şervanên YPG'ê yên ku hemû netewe diparastin silav kir.