Viyan Soran li Mexmûrê hat bîranîn
Viyan Soran li Mexmûrê hat bîranîn
Viyan Soran li Mexmûrê hat bîranîn
Viyan Soran (Leyla Walî Huseyîn) Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem bi merasîmekê hat bîranîn.
Li Saziya Malbatên Şehîdan a Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Viyan Soran (Leyla Walî Huseyîn) ku di 2’yê sibata 2006’an de ji bo protestokirina tecrîd û îzolasyona li ser Rêberê Gelê Kurd protesto bike li Herêmên Parastinê yên Medya çalakiya xweşewitandinê li dar xistibû û jiyana xwe ji dest dabû bi girseyî hat bîranîn.
Merasîm ku bi deqîqeyek rêzgirtina ji bo cangoriyên Kurdistan dest pê kir, Endama Koordînasyona Meclîsa Îştar Esma Semsûr di merasîmê de axivî. Semsûr dest nîşan kir, di merheleyeke ku tecrîdeke girankirî û pêkutiyên dij-mirovatiyê li hemberî Rêberê Gelê Kurd pêk dihat de ji bo protestokirina tecrîd û wan pêkutiyan hevala wan Viyan çalakiyeke xweşewitandinê li dar xistiye û got, “Heval Viyan digot, ‘Ez agirê di bedena Mazlum Dogan, Zekiye Alkan, Bêrîvan, Ronahî, Rahşan, Sema, Fikrî Baygeldî û Serdar Ari di bedena xwe de hîs dikim.’ Hevala Viyan kêlî bi kêlî 24 saetan jiyana bi Rêber Apo re esas werdigirt . Heval Viyan wek pêşeng rol girtibû.”
Esma Semsûr axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Hevala Viyan di sala 1997’an de beşdarî nav Tevgera Azadiya Kurdistan bû. Ji roja tevlîbûna xwe heta şehadetê, di kesayeta xwe de temsîla jina azad dikir. Bi Heval Viyan re di jina Başûrê Kurdistanê de asteke mezin a pêşketinê pêk hat.”
Piştî axaftina Semsûr, sînevîzyona têkildarî Viyan Soran hat temaşekirin.