Viyan Caf û sê jinên Kurd li Swêdê hatin bibîranîn
Viyan Caf û sê jinên Kurd li Swêdê hatin bibîranîn
Viyan Caf û sê jinên Kurd li Swêdê hatin bibîranîn
Li bajarê Orebro ya Swêdê gerîla Viyan Caf bi navê Leyla Walid Huseyn ku ji bo komploya navnetewî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan protesto bike agir berda bedena xwe û 3 siyasetmedarên kurd ên jin ku li Parîsê hatibûn qetilkirin, hatin bibîranîn. Her wiha ji bo hikûmeta Fransayê protesto bikin jî qert hatin şandin.
Civîna bîranînê ya ku li Komeleya Çanda Kurd a Orebro pêk hat de Viyan Caf û têkoşîna wê hate vegotin. Di axaftinên li ser vê tevgera Jinan a Kurd ya Ewropayê hate kirin de hate diyarkirin ku Viyan Caf yekitiya netewî ya gelê kurd di kesayeta xwe de şênber kiriye û şoreşgereke mezin e. Hate diyarkirin ku Viyanê ji bo ku komploya 15’ê Sibatê dîsa pêk neyê bedena xwe daye ber agir.
Her wiha di civînê de têkoşîn û jiyana her sê siyasetmedarên kurd yên di 9’ê çile de ji aliyê hêzên tarî ve hatin qetilkirin Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez yek bi yek hate vegotin. Di civînê de hate diyar kirin ku qetilkirin her sê siyasetmedarên kurd, gelê kurd xistiye nav êşeke mezin û gelê kurd careke din êşa xwe veguhertiye hêzê. Her wiha hate diyar kirin ku bi sedhezaran kesên her 3 jinên kurd pêşwazî kirin, careke din biryarbûna xwe ya têkoşînê nîşanê hemû cîhanê dane.
Kesên tevli civînê bûn ji bo kujerên her sê siyasetmedarên kurd derkeve holê ji hikûmeta Fransayê re kart şandin.