Siyasetmedara Kurd Ayten Kaplan ji Partiya Çep bû namzed

Siyasetmedara Kurd Ayten Kaplan ji Partiya Çep bû namzed

 Partiya Çep  kongreya xwe ya Eyaleta herî mezin a Almanyayê, Ren Westfalyaya Bakûr (NRW) kongreya xwe pêk anî û endamên xwe yên hilbijartinên meclisê diyar kirin.  Siyasetmedara kurd Ayten Kaplan jî wek endam di lîsteyê de cih girt û di kongreyê de Kaplan komkujiya Parîsê şermezar kir.

Partiya Çep kongreya xwe li bajarê Essen pêk anî û ji bo hilbijartinên meha îlonê jî endamên xwe hilbijartin. Bi giştî 80 endam di nava pêşbirkê de bûn. Ji van 15 jin û 15 mêr bi giştî 30 kes hatin diyarkirin.

Siyasetmedara kurd Ayten Kaplan di hilbijartinên Federal de di Eyaleta NRW de ji bo parlamentiya 11’emîn dê têbikoşe.  Seroka YEK-KOM’ê Yuksel Koç jî ji bo piştgiriyê tevli kongreyê bû û  bal kişand ser pirsgirêkên kurdên li Almanyayê dijîn.

Di rêza yekemîn ya lîsteyê de ji partiya Çep siyasetmedarê navdar Sahra Wagenknecht ji sedî 98 deng girt û hat hilbijartin.   Dostê kurdan Andre Hunko jî ji sedî 90 deng girt û ket rêza 4’emîn.  Ji bilî Ingrid Remmer hemû parlamenterên berê dîsa hatin hilbijartin.

Danezana ku qetilkirina Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez şermezar dikir, bi yek dengî hat qebûlkirin.  Cansiz, Dogan û Şaylemez wek pêşengên jinên sosyaslîst-femînîst hatin îfadekirin. Her wiha qert û dosyayê der barê qetlima Parîsê de hatibûn amadekirin jî ji bo delegeyan hatin belavkirin.

Her wiha metna piştevaniyê ya ji bo Pinar Selek jî hatin erêkirin.